Qedexeya derketina derve gaveke erênî bû: Hejmara pêketiyên korona kêm bû

Dr.Hikmet Ehmed, diyar kir ku li herêma Firatê piştî qedexeya derketina derve hate ragihandin û şênî li gorî biryaran tevgeriyan, hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê kêm bû.

Qedexeya derketina derve gaveke erênî bû: Hejmara pêketiyên korona kêm bû
11 kanûn, 2020   07:29
KOBANÊ

Piştî vîrûsa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berbelav bû, Şaneya Aloziyê qedexeya derketina derve li herêma Firatê ragihand.

Qedexeya derketina derve du caran hate ragihandin, dema her yekê ji wan deh roj bûn û di navbera herduyan de 5 rojan qedexeya beşî hate pêkanîn, da ku şênî pêwîstiyên xwe dabîn bikin.

Têkildarî mijarê Şêwirmendê di Desteya Tenduristiyê de û Endamê Şaneya Aloziyê  Dr. Hikmet Ehmed da zanîn ku ji ber hejmara pêketî û wefata ji ber vîrûsa Koronayê zêde bûn, Şaneya Aloziyê yekser  ket tevgerê û got, piştî qedexeya derketina derve di nava deh rojên dawîn de ji sedî 75 hejmara nexweşên koronayê kêm bû.

Hikmet Ehmed bal kişand ser hejmara nexweşan û wiha berdewam kir: "Ji 1`ê Mijdarê heta 15'ê heman mehê, ango beiya ku qedexe were ragihandin hejmara pêketiyan 111 kes bû, di wê demê de 28 kesan jiyana xwe ji dest da, lê piştî ku ji 15`ê Mijdarê heta 25'ê Mijdara derbasbûyî qedexe hate ragihandin, 28 kes bi vîrûsê ketin û ji wan 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, ev yek îsbat dike ku hejmara pêketiyan kêm bûye. Li gorî daneyan li herêma Firatê di dema qedexeyê de ji sedî 57 rêjeya pêketiyan kêm bû."

Hikmet Ehmed destnîşan kir ku şênî li gorî biryarên Şaneya Aloziyê tevgeriyan, ev jî gaveke erênî bû, ji ber bi wan re bûn alîkar û hejmara pêketiyan kêmtir bû.

Hikmet Ehmed da zanîn ku Şaneya Aloziyê ji roja înê 11'ê kanûnê ve, dê qedexeya beşî ji bo deh rojan ragihîne û piştî nîvro dê dikanên bazirganî û pîşesazî werin girtin.

Hikmet Ehmed her wiha got ku welatî  heta saet 15:00'an dikarin pêwîstiyên xwe dabîn bikin, lê şahî, konên sersaxiyê û kombûyîn qedexe ne.

Hikmet Ehmed di dawiya gotina xwe de diyar kir ku pêwîst bike di dema qedexeya beşî de dê tevgera çûn û hatinê qedexe bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E1cjNS3f3pM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>