Şêniyên Eyn Îsayê: Bêdengiya Rûsyayê rê dide dewleta Tirk ku herêmên din dagir bike

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê piştrast kir ku hebûna baregeha Rûsyayê û tunebûna wê heman e, ji ber ku êrişên dewleta Tirk berdewam in. Her wiha destnîşna kir ku helwesta Rûsyayê, rê ji dewleta Tirk re vedike ku herêmên din ji axa Sûriyê dagir bike.

Şêniyên Eyn Îsayê: Bêdengiya Rûsyayê rê dide dewleta Tirk ku herêmên din dagir bike
11 kanûn, 2020   06:46
EYN ÎSA

Bi domandina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî navçeya Eyn Îsayê û hedefgirtina jîngehan re, şênî dipirsin gelo sûda hebûna hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê li herêmê û lihevkirina Rûsya bi dewleta Tirk re çi ye.

`BAREGEHA RÛSYAYÊ TU SÛD LI EYN ÎSAYÊ NEKIR`

Şêniyê bi navê Mihemed Muslim diyar kir ku ti sûda hebûna baregeya Rûsyayê li Eyn Îsayê tune ye ji ber ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî navçeyê dike, topbaran dike û Rûsya tu bertekan nîşan nade.

Muslim wiha domand: “Ji destpêkê ve baweriya me bi hebûna Rûsyayê li herêmên me tune ye. Em dizanin ku ew sozên xwe binpê dike. Dagirkirina Efrînê li ber çavan e, Rûsya rê da dewleta Tirk ku Efrînê dagir bike.”

Muslim destnîşan kir ku Rûsya veguheriye “Dewleteke parêzvanê berjewendiyên Tirkiyê”, li şûna ku agirbesta ku ji ber wê li herêmê ye, misoger bike. Muslim wiha domand: “Helwestên Rûsyayê xirab in. Ev yek jî rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku herêmên din ji axa Sûriyê dagir bike.”  

`DIVÊ SIVÎL WERE PARASTIN Û ARAMÎ LI HERÊMÊ MISOGER BIBE`

Piştî lihevkirina Soçiyê di 22`ê Cotmeha sala borî de, hêzên Rûsyayê wek hêzeke garantorê agirbestê, li dirêjahiya eniyên şer bi dewleta Tirk a dagirker re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.

Derbarê vê mijarê de Mistefa Qadir ê ji şêniyên taxa Xerbî yê navçeyê got ku ruxmî hebûna hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê, lê êrişên dewleta Tirk berdewam in û wiha pê de çû: “Ew tiştekî nakin berovajî wê  hewl didin zextê li gelên herêmê bikin da ku planên xwe pêk bînin, heta ku di dawyê de herêmên sûrî radestî dewleta Tirk a dagirker bikin.”

Mistefa di dawiyê de bang kir ku sivîl werin parastin û ewlehî li herêmê were dabînkirin.

Ji derdora 2 mehan ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin. di encamê de 4 sivîl şehîd ketin û 14 din birîndar bûn. Li gel vê yekê jî ruxmî ku topbaran gihaşt navenda navçeyê, 3 malên sivîlan li taxa Xerbî hatin topbarankirin û Gerînendeya Kehrebeyê ya navçeyê hate hedefgirtin, lê garatora Rûs heta niha bê deng e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sKGgOqNMvqI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>