Îsraîlê hejmara moşekên xwe yên nukleer zêde kir

Îsraîlê hejmara moşekên nukleer ku par 80 bûn, îsal jî zêde kir û hejmara wan kir 90.

Îsraîlê hejmara moşekên xwe yên nukleer zêde kir
16 hezîran, 2020   09:18
XEZA

Raporeke Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê diyar kir ku di demekê ku cîhan ber bi kêmkirina moşekên nukleer ve diçe, Îsraîlê hejmara moşekên xwe zêdetir kir û kir 90.

Di raporê de wiha hate gotin: "Di sala derbasbûyî de hejmara moşekên nukleer ên li gel 9 dewletên ku çekên nukleer li gel wan hene, ji 13 hezar û 865`an daket 13 hezar û 400 moşekên nukleer. Di nava 9 dewletan de; DYA, Brîtanya, Rûsya û Fransayê 3 hezar û 720 moşekên nukleer danîn û hezar û 800 ji wan amade ne."

Raporê destnîşan kir ku hejmara giştî ya çekên nukleer li cîhanê ji standina Rûsya û DYA`yê ji çekên nukleer e û li gel her du dewletan zêdetirî ji sedî 90 ji çekên nukleer ên li cîhanê hene.

(bx)