Li Holê ji ber nakokiya malbatî bav li ser destê kurê xwe hate kuştin

Li navçeya Holê di encama nakokiyeke malbatî de, şêniyê bi nave Elî Mûrad ji hêla kurê xwe ve hate kuştin.

Li Holê ji ber nakokiya malbatî bav li ser destê kurê xwe hate kuştin
16 hezîran, 2020   09:06
HESEKÊ

Nakokî şevê din li gundê Cibne yê bejahiya navçeya Holê ya girêdayî kantona Hesekê di navbera welatiyê bi navê Elî Mûrad ê 45 salî û kurê wî de derket. Di encamê de Elî Murad bi guleya kurê xwe hate kuştin.

Çavkaniyeke ji Hêzên Ewlehiya Hundirîn destnîşan kir ku bûyer ji ber nakokiyeke malbatî rû da û piştrast kir ku lêpirsîn berdewam dike.

ANHA