Balafirên Koalîsyona Erebî baregehên Hûsiyan bombebaran kirin

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku îro balafirên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî hin baregehên koma Ensarullah a Hûsiyan bombebaran kirin.

Balafirên Koalîsyona Erebî baregehên Hûsiyan bombebaran kirin
16 hezîran, 2020   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El-Erebiye ragihand ku balafirên hêza Koalîsyona Erebî hinek baregeh, cebilxane, cihê avêtina moşekan û balafirên keşfê yên girêdayî komên Hûsiyan li herêma El-Nehdeyn, Cebel Etan û hin herêmên li başûr û rojavayê Senayê topbaran kirin.

Hêzên Koalîsyona Erebî di demên borî de ragihad ku wan hinek balafirên keşfê yên Hûsiyan ku ber bi Esîr ve bi rê kiribûn, xistine xwarê.