‘Hikumeta Bexdayê û ya herêma Kurdistanê êrişên li ser herêmê erê kirin‘

Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Jinan a kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Başûrê Kurdistanê Leyla Arzu Îlhan got PDK di êrişên li ser herêmê de hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk erêkirin ji bo hedefgirtina sivîlên li Mexmûr û Şengalê ji hikumeta herêma Kurdistanê û ya Bexdayê girt.

‘Hikumeta Bexdayê û ya herêma Kurdistanê êrişên li ser herêmê erê kirin‘
16 hezîran, 2020   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞERVÎN MUSTEFA

Helwestên gel, saziyên sivîl û siyasetmedarên di kampa Şehîd  Rustem Cûdî ya Mexmûrê de der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser kampê, herêmên Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê de derdikevin holê. Di helwestan de israra berxwedan û şermezarkirina hêzên ku hevkariya dewleta Tirk di êrişan de dikin, diyar dibe.

Şênî PDK`ê, hikumeta herêma Kurdistan û Iraqê tawanbar dikin ku wan êrişên dewleta Tirk ku bi balafiran êrişî kampa Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, erê kirine û ew xwe wekî ku tu agahiya wan der barê vê yekê de tune be, diyar dikin.

 ‘ARMANCA ÊRIŞAN FERZKIRINA TESLÎMKARIYÊ LI SER GELÊ BERXWEDÊR E‘

Di vê derbarê de berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Jinan a Kampa Rustem Cûdî ya li Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan ji ANHA`yê re wiha axivî: "Êrişên dewleta Tirk ên li ser kampa Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê di şeva 15`ê Hezîranê de, hewldaneke ku teslîmkariyê li ser gelê ku ev 26 sal e li ber xwe dide, bi taybet di kampa Mexmûrê de ye û dixwaze îradeya gelê ku banga mafên xwe dike, bişikîne."

Leyla tekez kir ku êrişên dewleta Tirk nagihêjin armanca xwe, îradeya gelê berxwedêr naşikê û wiha domand: "Berovajî vê yekê roj bi roj îradeya gelê me ji bo têkbirina siyaseta qirkirin û binpêkirinê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser gelê Kurd tê meşandin, zêdetir dibe."

‘PDK`Ê, HIKÛMETA IRAQÊ Û KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ ÊRIŞ ERÊ KIR‘

Leyla Arzu PDK, hikûmeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî tawanbar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û hedefgirtina kampa ku di aliyê siyasî de bin sîwana NY`yê de ye, erê kir.

Leyla di axaftina xwe wiha pê de çû: "PDK`ê rojekê ji destekdayîna dagirkerên Kurdistanê re paşde gav neavêt. Bêyî ku bûyera kuştina PDK`ê ji her du mêrên 60 salî li Başûrê Kurdistanê di 1997`an de di dema ku dewleta Tirk êrişî herêmê dikir, ji bîr bike, cenazeyê wan radestî Tirkiyê kir da ku dilsoziya xwe bi Tirkiyê re nîşan bide û wê demê got "Serê 2 terorîstan" radest kirine.

Leyla got şêniyên Kampa Rustem Cûdî beriya 26 salan siyaseta qirkirinê qebûl nekir, li hember wê siyasetê li ber xwe da da ku nasnameya kurdî biparêzin, heta ku di nava gelê Kurd de wek sembola berxwedanê li hember siyaseta qirkirinê ku Tirkiye zêdetirî sedsalekê pêk tîne, hatin naskirin.

Leyla destnîşan kir ku şêniyên Şengalê rastî 74 fermanan hatin, teslîm nebûn bi taybet piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê û bi saya parastina şervanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji wan re, dikaribûn parastina nasnameya xwe bikin.

Leyla pişterast kir ku tişta ku bihêle siyaseta faşîst û armacên qirkirina gelê Kurdî bin bikeve, yekitiya kurdî ye ku divê di zûtirîn dem de pêk were. Leyla xemgîniya xwe ji ber bêdengiya hêzên siyasî yên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê der barê êrişên dewleta Tirk de diyar kir û wiha got: "Helwesta gel ji helwesta partiyan xurttir e."

Di dawiyê de berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Jinan Leyla Erzo îlhan bang li gelê Kurd kir ku serî hilde, têkoşînê bilind bike da ku siyaseta dagirkeran têk bibe û civakeke azad û demokratîk ava bike.

(bx)

ANHA