Şêniyên Hesekê ji bo xwegermkirinê pêlav û plastîkan dişewitînin

Li Hesekê mazot nîn e û gel ketiye rewşa ku pêlav û plastîkan bişewtîne û xwe li ber germ bike.

Şêniyên Hesekê ji bo xwegermkirinê pêlav û plastîkan dişewitînin
Şêniyên Hesekê ji bo xwegermkirinê pêlav û plastîkan dişewitînin
Şêniyên Hesekê ji bo xwegermkirinê pêlav û plastîkan dişewitînin
Şêniyên Hesekê ji bo xwegermkirinê pêlav û plastîkan dişewitînin
Şêniyên Hesekê ji bo xwegermkirinê pêlav û plastîkan dişewitînin
Şêniyên Hesekê ji bo xwegermkirinê pêlav û plastîkan dişewitînin
Şêniyên Hesekê ji bo xwegermkirinê pêlav û plastîkan dişewitînin
Şêniyên Hesekê ji bo xwegermkirinê pêlav û plastîkan dişewitînin
25 mijdar, 2026   04:00
HESEKÊ

Li Hesekê pirsgirêka mazotê heye. Mazot heye lê gelekî biha ye. Derfet nîn e ku malbat mazotê bikirin. Xelk ji bo xwe germ bike neçar e pêlav û lastîkên kevnar kom bike û bişewitîne.

Nofa Elî Mihêmid anî ziman ku îsal ji wan re zehmet e. Xelk ketiye rewşa ku plastîk û pêlavên kevn kom bike û xwe pê germ bike. Mazot biha ye û nikarin bikirin. Heqdestê karkeran 50 hezar lîreya Sûrî ye û anceq bikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêkbînin. Ew daxwaz ji aliyên têkildar dikin ku rewşa xelkê bibînin, mazotê erzan bikin û barê wan sivik bikin.

Hemîd El Feyad jî got diyar kir ku pirsgirêka wan a mazotê heye, ew nikarin mazotê bikirin û betaniyan bi xwe de dikin. Her wiha anî ziman ku baweriya wan bi aliyên têkildar nemaye ku pirsgirêka wan çareser bikin, êdî ew nema daxwaza tiştekî ji wan dike û rewşa gel ne di xema wan de ye.

Şemsa El Mixlif jî got rewşa wan gelekî xirab e, ew neçar mane plastîk û pêlavên kevn kom bikin û bişewitînin. Ew nikarin lîtreya mazotê bi 11 hezar û 500 lîreyî bikirin.

(np)

ANHA