Mijarên rojnameyên erebî – 16 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî geşeanên li Sûriyê û xwepêşandanên li Siwêdayê, her wiha geşedanên li Lîbyayê nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 16 Hezîran
16 hezîran, 2020   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: "TABÛRÊN EL-BE`ES" ÊRIŞÎ XWEPÊŞANDÊRÊN SIWÊDA KIR

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Be`esiyan û hêzên ewlehiyê êrişî xwepêşandêrên li bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyê kir, xwepêşandêrên ku doza çûyîna serok Beşar Esed dikir, hatin girtin.

Malpera "Siwêda 24" roja duşemê, dîmen û wêne weşandin û da zanîn ku ew yên kêliya ku tabûrên Beesiyan û alîgirên rejîmê û hêzên ewlehiyê êrişî xwepêşandêrên aştiyane kirine.

Girêdayî rewşa Sûriyê, Tirkiye û Îranê piştrast kir ku der barê pêşkanîna aramiyê û aktîfkirina pêvajoya Astanayê û avakirina komîteya makezagonê de li hev kirine, ji bo temamkirina pêvajoya çareseriya siyasî li Sûriyê. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û hempîşeyê wî yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, di civîneke çapemeniyê de ku piştî hevdîtina wan a li Enqereyê ya duşemê pêk hat, got dê di demeke nêzîk de, lûtkeyeke sêalî ya di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de li Tehranê bê lidarxistin der barê "pêvajoya Astanayê” û  awayê aktîfkirina wê de.

EL-EREB: FRANSA LIHEVHATINÊN RÛSYA-TIRKIYÊ YÊN DER BARÊ IDLIBÊ DE ASTENG DIKE

Der barê geşedanên Lîbyayê de rojnameya El-Ereb li ser zimanê çavkaniyeke Lîbyayê da zanîn ku dê li Lîbyayê hevbendiyeke nû ya Rûsya û Fransayê pêk bê, ev pêngav dê hewldanên Tirkiyê ku bi Moskovê re lihevhatinê bike da ku bajarê Sertê bixin bin destê xwe, asteng bike.

Çavkaniyê ji rojnameya El-Ereb re got "Xuya ye Fransa êdî li dijî Tirkiyê dê xwe bide aliyê Rûsyayê, ya rastî dê xwe bide aliyê Amerîkayê."

Çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike, her wiha got: "Rûsya û Fransa heman girîngiyê didin Sertê, her du jî bender û baregeha Qerdabiyê dixwazin."

Berpirsyarekî serokatiya Fransayê roja duşemê diyar kir ku Fransa dixwaze bi dewletên endamên NATO`yê re hevdîtinan pêk bîne da ku projeya Tirkiyê ya êrişkar "ku nayê qebûlkirin" binirxînin, ev jî tê wateya ku dê di navbera Enqere û Parîsê de arîşe kûr bibe.

Fransa û Rûsya piştgiriya artêşa Lîbyayê dikin, di şerê li dijî rêxistinên terorîst û milîsan de, Tirkiye jî piştgiriya hikûmeta Terablusê ya din bin destê îslamiyên "Hikûmeta Wifaqê” dike.

Tevî ku Sert cihekî girîng e ji bo Rûsyayê, lê Tirkiyê dixwest ku lihevhatineke mîna ya vekişîna ji rojavayê Terablusê pêk bê û Tirkiye bikare vî bajarê ku ji Amerîkayê re jî girîng e, têxe bin destê xwe, jixwe Amerîka bi awayekî nerasterast piştgiriya destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê dike.

Rûsya dizane ku helwesta Fransayê ya dawiyê û firîna balafirên şer ên Fransayê li asmanê bajêr, dikare hemû lihevhatinên di navbera Rûsya û Tirkiyê de têk bibe.

EL-BEYAN: LIBNAN… DI GERÎNEKE "3 NAYAN” DE BER BI NEPENIYÊ VE

Rojnameya El-Beyan der barê geşedanên Libnanê nivîsî: "Geşedanên rojên dawiyê li Libnanê, takêşeyeke bi ‘3 "na`yan" bi xwe re anîn; na ji hilweşandina hikûmetê re, na ji hilweşandina serokê banka navendî Riyad Selamê re û na ji çalakiyên gel re.

Di vê navberê de Libnan ketiye bin kiryarên siwarên motorsîklêtan û yên xirabkaran, dîmenê paytextê tarî û xemgîn xuya dikir, piştî ku careke din rewşeke metirsîdar derket. Samanên taybet hatin şikandin û şewitandin, her wiha êrişî samanên giştî hate kirin.

Şeva Libanê bi şewitandina tekeran û girtina rêyan gur bû, ji bakur ta başûr, ji Bekaa ta Kisrewan û Metin û Beyrûtê, dîmeneke gewr bû, dîsa dîmenê Şoreşa 17`ê Cotmehê derdixist pêş, şoreşa ku ji ber koronayê û sozên hikûmetê yên reforman vemirî bû.

Çavkaniyên siyasî yên payebilind ji El-Beyan re diyar kir ku Libnan di nava aloziyeke giran de ye, tu caran mînakên wê nehatine dîtin, têkçûneke siyasî, aborî û diravî ye, kesek nikare rawestîne.