Jin di Sûriyeya nû de: Amadebûnên sînordar û astengiyên zêde

Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve li Sûriyeyê guhertinên siyasî, ewlehî û civakî yên berfireh çêbûn, sazûmaniya saziyên desthilatê û hevsengiyên hêzê ji nû ve avakirin, rê li pêş qonaxa veguhêz vekirın ku jin di hemû waran de rûbirûyî astengiyên zêde ne.

Jin di Sûriyeya nû de: Amadebûnên sînordar û astengiyên zêde
25 mijdar, 2026   02:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên sûriyeyî ji wan beşên civakê ne ku guhertinên dawîn ên li Sûriyeyê bandor lê kiriye, ev yek di demekê de ye ku pirsên têkildarî siberoja maf û destkeftiyên wan û şiyana wan a parastina hebûna xwe di jiyana siyasî û giştî de derdikevin holê.

Di nav hêviyên ku bi guherîna siyasî re hatin û zehmetiyên ku ev qonaxa nû bi xwe re anîn de, jin bi gelek xetereyan re rû bi rû mane; ji kuştin, revandin û tundiyê bigire heta gefên rasterast. Her wiha metirsiyên cidî hene ku dibe beşdariya siyasî û aborî ya jinan kêm bibe, maf û azadiyên wan ên civakî bên sînorkirin. Ev rewş mijara tundiya li dijî jinan, bi hemû awayên wê, dîsa tîne rojeva giştî, bi taybetî jî niha ku Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê nêzîk dibe.

Raporên mafên mirovan û medyayê, der barê rewşa jinan li deverên cûda yên Sûriyeyê de, bi taybetî ji ber binpêkirinên ku ji ber sedemên curbicur bandorê li jin û keçên ciwan dikin, bûne sedema metirsiyan.

Nirxandina rastiya jinên Sûriyeyî, tenê bi belgekirina binpêkirinên takekesî sînordar namîne, lê pêwîst e ku siyaset, biryar û pratîkên ku beşdariya wan di saziyên dewletê de, gihîştina wan a perwerde, kar û cihên biryardanê, her wiha rolên wan di nav saziyên leşkerî û ewlehiyê de diyar dikin, bên lênêrîn.

Di vî warî de, rewşa jinan di qonaxa veguhêz de vê pirsê derdixe pêş; gelo guhertinên siyasî derfetên berfirehtir ji bo pêşxistina maf û beşdariya wan afirandine, yan jî bûne sedema derketina şêwazên nû yên sînordarkirin û dûrxistinê? Her wiha di demekê de ku welat berê xwe dide pêşerojê, ev pirs jî derdikeve holê; ji bo parastina mafên jinan û destkeftiyên ku bi dest xistine, çi garantî pêwîst in?

BINPÊKIRINÊN EWLEHÎ Û XETEREYÊN TUNDIYÊ

Li gel kuştin û binpêkirinên ewlehiyê yên berdewam li Sûriyeyê, tu amarên fermî yên berfireh nînin ku hejmara giştî ya jinên ku di serdema veguhêz de hatine kuştin nîşan bidin. Daneyên heyî li ser gelek raporên mafên mirovan belav bûne, hin ji wan li ser sûcên cînayî disekinin, hinên din jî sedemên mirinê belge dikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 8 mehên pêşîn ên 2026’an de li herêmên cuda yên Sûriyeyê 118 jin ji ber gulebaran, pevçûnên çekdarî, bermahiyên şer, topbaran û bûyerên din ên têkildarî ewlehiyê hatine kuştin.

SOHR’ê mirina 13 jinan, tenê di Cotmeha 2026’an de belge kirin.

Ev hejmar xetereyên domdar ên ku jin pê re rû bi rû dimînin, ku ji ber gelek gefan û nebûna databeseke neteweyî ya berfireh zêde dibin, destnîşan dikin. Daneyeke wisa ji bo destnîşankirina pîvana rastîn a qurbaniyan, destnîşankirina şêwaz û sedemên tundiyê, û hesabpirsîna kesên berpirsiyarê van binpêkirinan girîng e.

JIN, ASTENGIYÊN SIYASÎ Û DÛRXISTIN

Nîşanderên beşdariya siyasî ya jinan li Sûriyeyê di heyama veguhêz de nîşan didin ku hebûna wan di saziyên rêveberî û biryardanê de, hem li asta navendî û hem jî li asta herêmî, hîn jî sînorkirî ye.

Di hikumeta ku di 29’ê Adara 2025’an hat avakirin de, beşdariya jinan ji eslê 23 wezîran, tenê bi wezîreyekê ve sînorkirî. Ew jî Hind Qabawat e ku wezareta Karûbarên Civakî û Kedê wergirt.

Li asta yasadanînê, di hilbijartinên yekem ên Meclîsa Gel (Parlamanto) a heyama veguhêz de, ji 119 kursiyan tenê 6 kursî ji aliyê jinan ve hatin bidestxistin, anku nêzîkî ji sedî 5 e, tevî ku rêjeya jinan di nav namzetan de ji sedî 14 bû.

Di warê rêveberiya herêmî de, niha tenê jinek wekî gerînendetiya herêmê kar dike; Gerînendetiya Herêma Qamişloyê û Almaz Rûmî jî wek şaredara Kobaniyê erkdar e.

Li aliyekî din jî, piraniya postên îdarî, serokatî û biryardanê di nav saziyên dewletê û rêveberiyên herêmî de hîn jî di destê mêran de ne. Ev rewş cudahiyeke berdewam di dabeşkirina berpirsiyarî û desthilatê de di navbera zayendan de nîşan dide. Her wiha îşaretê pê dike ku tevî hebûna jinan di hin rolên siyasî û îdarî de, gihîştina wan a bo postên bi bandor di jiyana giştî de hîn jî sînorkirî ye.

Der barê pêkanîn û prosedurên îdarî de, hin biryarên ku di vê heyamê de hatine dayîn, pirsên li ser lihevhatina wan bi garantiyên destûrî yên ji bo mafên jinan û azadiyên kesane derxistine holê.

Di Hezîrana 2025’an de, Wezareta Tûrîzmê rêbernameyên der barê cilên jinan li peravên giştî û hewzên avjeniyê de derxist û bikaranîna cilên avjeniyê yên bi tevahî veşartî, wek "burkinî" - teşwîq kir, her çend paşê zelal kir ku ev rêwerz tenê şêwirmendî bûn û nepejirandina wan dê cezayên qanûnî bi xwe re neyne.

Wekî din, hin saziyên giştî tedbîran ji bo veqetandina mêr û jinan bi cih anîn, ku ev yek bû sedema nîqaş û rexneyan. Di 26’ê Çileya 2026’an de, parêzgarê Laziqiyê giştînameyek derxist ku karmendên jin ên li saziyên giştî qedexe dike ku di demjimêrên xebatê de kozmetîk (merhemên xweşikbûnê) bi kar bînin.

Ev tedbîr pirsan der barê asta ku rayedar dikarin destwerdanê li azadiyên kesane yên jinan bikin û asta ku garantiyên destûrî yên diyarkirî di pratîkên îdarî de, bi taybetî têkildarî wekhevî, xweserî û mafên takekesî de têne xuyakirin, derdixin holê.

BEŞDARBÛNA ABORÎ; VALAHIYEK DI DERFETÊN KAR Û SERXWEBÛNA DARAYÎ DE

Li ser asta aborî, jinên Sûriyeyê hîn jî bi valahiyek girîng di derfetên kar û beşdarbûna nava çalakiyên aborî de rû bi rû dimînin. Ev encama salên şer û koçberiyê, kêmbûna çavkaniyên dahatê û pirsgirêkên berdewam ên têkildarî gihîştina çavkaniyan, kar û serxwebûna darayî ye.

Li gorî daneyên Banka Cîhanî, ku di Nirxandina Daneyên Zayendî ya 2026’an de ji bo Sûriyeyê hatine behskirin, beşdarbûna hêza kar a jinan di 2025’an de ji sedî 61,4 ji bo mêran gihîştiye ji sedî 12,7.

Ev hejmar valahiya zayendî ya berfireh di bazara kar de û derfetên aborî yên sînorkirî yên ku ji bo jinan hene, tevî rolên ku ew di piştgiriya malbatên xwe û beşdarbûna nava çalakiyên hilberîner de dilîzin, nîşan didin.

Wekî din, jin bi astengiyên din re rû bi rû dimînin, di nav de girêdayîbûna bi karê nefermî, nebûna derfetên perwerde û pêşkeftina pîşeyî û gihîştina sînorkirî ya fînanse û çavkaniyên ku ji bo destpêkirina karsaziyên aborî yên serbixwe hewce ne. Ev beş şiyana wan a bidestxistina serxwebûna darayî û beşdarbûna di vejîna aborî de sînordar dikin.

BEŞDARIYA SÎNORKIRÎ YA JINAN DI SAZIYA EWLEHIYÊ DE

Mijara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di dan û standinên têkildarî entegrekirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bo nava saziyên dewleta Sûriyeyê de, bûye xaleke sereke ya nakokiyê. Bi taybet nîqaş li ser siberoja van yekîneyan û mekanîzmayên entegrekirina wan bo nava saziyên leşkerî û ewlehiyê ye. Ev yek di peymana 29’ê Çileya 2026’an de ku der barê entegrekirina pêkhateyên leşkerî û ewlehiyê yên herêmên Rêveberiya Xweser bi saziyên dewletê re hatiye îmzekirin, cih digire.

Wezareta Parastinê entegrekirina YPJ’yê bo nava artêşa Sûriyeyê red kiriye û îdia dike ku di pêkhateya leşkerî ya heyî de yekîneyên şervanên jin tune ne. Her wiha, pêşniyara ku YPJ wek hêzeke xweser ku serokatî û pêkhateya xwe ya rêxistinî diparêze, tev li sîstema leşkerî bibe, hatiye redkirin. Li şûna vê, hikumetê pêşniyar kiriye ku şervanên jin entegreyî nava Wezareta Karên Hundirîn bibe, wekî beşeke hêzeke taybet ku erka wê têkoşîna li dijî terorê û pêkanîna operasyonên din ên taybet e.

Li aliyê din, rêveberiya YPJ’ê tekez dike ku divê ew wekî yekîneyeke yekbûyî bên tevlîkirin, nasnameya xwe ya rêxistinî ya xweser û rola fermandarên xwe yên jin biparêzin. Ew amaje dikin ku destûrdayîna ji bo xizmeta jinan di hin erkên ewlehiyê de, cihê dûrxistina wan a ji sîstema leşkerî nagire. Dan û standin ji ber pirsgirêkên têkildarî pêkhateya rêxistinî, zincîra fermandariyê, erkên operasyonel û cihên bicihbûna şervanên jin, di rewşeke girtî (bêencam) de mane.

Helwest û biryarên hikumeta veguhêz ên der barê siberoja van yekîneyan de, bûn sedema rexneyên gel û protestoyan. Di vê çarçoveyê de, daxwaz hatin kirin ku rola YPJ’ê di parastina mafên jinan de were naskirin û ew di nav saziyên leşkerî û ewlehiyê de cih bigirin.

Li gorî berdevka YPJ’ê Rûskan Mihemed, piştî şêwirmendiyan lihevkirinek çêbû ku 2 tûga werin avakirin; her yek ji 400 şervanan be. Yek li parêzgeha Helebê li Kobanê û Efrînê be û ya din jî li parêzgeha Hesekê be li herêma Cizîrê were bicihkirin. Biryar e her du tûga di nava hêzên erkên taybet ên Wezareta Karên Hundirîn de kar bikin û taybetmendiyên wan ên rêxistinî werin parastinê

Ev nîşaneyên curbicur nîşan didin ku rewşa jinên sûriyeyî di vê qonaxa veguhêz de hîn jî di bin bandora gelek zehmetiyan de ye. Ev zehmetî ne tenê binpêkirinên ewlehiyê, lê di heman demê de beşdariya sînorkirî ya di warên siyasî û aborî de, û her wiha astengiyên ku rê li ber gihîştina jinan a bo postên biryardanê û saziyên leşkerî an ewlehiyê digirin, li xwe digirin.

Di demekê de ku guhertinên siyasî û îdarî berdewam in, siberoja mafên jinan dê bi wê yekê ve girêdayî be ku garantiyên yasayî heta çi radeyê vediguherin siyaset û tedbîrên pratîk; tedbîrên ku maf û derfetên wekhev misoger bikin, jinan ji tundî û dûrxistinê biparêzin û beşdariya wan a çalak di jiyana giştî û avakirina saziyên dewletê de garantî bikin.

(f)