HPG’ê nasnameyên 2 şehîdan ragihandin

HPG’ê diyar kir ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a di 4’ê Hezîranê de 2 gerîla şehîd bûne.

HPG’ê nasnameyên 2 şehîdan ragihandin
16 hezîran, 2020   07:52
NVAENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku “Di 4’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî kiribû. Di vê êrîşê de 2 hevrêyên me şehîd bûne.”

Nasnameya gerîlayan wisa ye:

Nasnav: Berçem Ernesto
Nav û paşnav: Melek Malgaz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Sêvê – Edîp
Cih û dîroka şehadetê: 4’ê Hezîrana 2020’an – Avaşîn

*****

Nasnav: Tara Makû
Nav û paşnav: Geves Hacîlo Kizilbaş
Cihê jidayikbûnê: Makû
Navê dê û bav: Zerîf – Mûsa
Cih û dîroka şehadetê: 4’ê Hezîrana 2020’an – Avaşîn”

Di daxuyaniyê de derbarê têkoşîna gerîlayên şehîd de jî ev tişt hate diyarkirin:

 “Li dijî tevgera dagirker a dewleta Tirk a faşîst li ser Kurdistanê dimeşîne, gelê Kurd bi pêşengiya gerîlayan berxwedaneke mezin nîşan dide û bi vîneke xurt bersivê didin hemû êrîşên dewleta dagirker. Gelê Kurd di dîroka xwe ya têkoşînê de berdêlên gelekî mezin dane û têkoşîna xwe ya hebûnê domandiye. Bi avabûna PKK’ê re tirsa dewleta Tirk a dagirker zêde bûye û gelê Kurd bi saya PKK’ê hêviyên xwe mezin kiriye. Li ber ronahîya îdeolojiya Rêber Apo û paradîgmaya azadiyê ya jinan gelê Kurd hebûna xwe nas kiriye û ketiye serdemeke berxwedanê ya xurt. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku ciwanên Kurd ji têkoşînê dûr bixe, her rêyên qirêj ceribandiye lê ciwanên Kurd li ser xeta Egîd û Zîlanan bûne fedaî.

Hevrêyên me Berçem û Tara li dijî zextên dagirkeran bi helwesteke fedaiyane bersiv dane. Ji bo dagirkeriya li ser Kurdistanê bi dawî bike û ji bo gelê me azadiyekê ava bikin, bûne xwediyê helwesta fedaîyane. Hevrêyên me Berçem û Tara dema li ser peywira xwe bûne, di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûne. Helwesta fedaîyane û fedakariyê ya hevalên me, wê ji bo me rêhevalên wan bibe çavkaniya berxwedanê.

Malbatên hevrêyên me Berçem û Tara di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe yên qehreman bigihînin serfiraziyê.”