Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî radibe

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara 63‘an ragihand ku qedexeya beşî ya ji ber pandemiya vîrûsa Koronayê sibe, ji 16 Hezîranê ve radibe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî radibe
14 hezîran, 2020   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di biryara hejmara 63‘an a ku îro derxist de got: "Qedexeya beşî ya ji ber şewba Koronayê ji sibe 16/06/2020‘an ve radibe."

Her wiha hate gotin: "Ji bilî deriyên Tahiya û Tebqa ji bo rewşên mirovî (Nexweşî û xwendekar) ku belgeyên wê yên pêwîst hebin, hemû derî girtî dimînin heta ku biryarek din ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ve were standin."

ANHA