‘Bi şewitandina ziviyan dixwazin derbeyekê li aboriya herêmê bixin‘

Şewata ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li zeviyên gundên navçeya Til Temirê derxistin gihaşt malên sivîaln. Sivîlan diyar kirin ku armanca dagirkeran lawazkirin û koçberkirina gel e û şerê jêdera rizqê wê ye.

‘Bi şewitandina ziviyan dixwazin derbeyekê li aboriya herêmê bixin‘
‘Bi şewitandina ziviyan dixwazin derbeyekê li aboriya herêmê bixin‘
‘Bi şewitandina ziviyan dixwazin derbeyekê li aboriya herêmê bixin‘
14 hezîran, 2020   13:51
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li xwe dikin binpêkirinên xwe li gundên navçeya Til Temirê didomînin, dexl û danan û malên wan dişewitînin.

Di saetên nîvor de hêzên dagirkere agir bi zeviyên gundê Erîşa yê dagigkerî xistin. Şewat zeviyên gundê Tewîla yê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê yê nêzî rêya M4 da ber xwe.

Kamereya ANHA‘yê şewata li gundê Tewîlayê şopand û nêrînên şêniyekî girt.

Şêniyê bi navê Xalid Silêman anî ziman ku bi destpêka nêzîkbûna mewsimê çinînê re artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê yên ku dagirkirine  di nav de gundewarê navçeya Til Temirê dest bi şewitandina zeviyên çandiniyê yên ayidê sivlîlan kirin.

Silêman diyar kir ku zeviyên çandiniyê yên herêmê bi nav ve girêdayî ne, dema ku çete agir bi zeviyekî dixin ji ber hêza ba rûbereke berfireh dide ber xwe.

‘ARMANC KOÇBERKIRINA ŞÊNIYAN E‘

Xalid Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêbazên cûda şerê sivîlan dike, armanca wê lawazkirin û koçberkirina sivîlan e. Her wiha anî ziman ku bi şewitandina jêdera rizqê wan bandorê li rewşa wan a aborî bixîne.

Silêman bi domdarî got:  "Malên sivîlan jî bûn hedefa şewata ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derxistin. Li gundê Tewîla zêdeyî 10 mal ji ber top û şewatê wêran bûn."

‘EM MAFDAR IN, EM Ê ERDÊ XWE BIPARÊZIN‘

Xalid Silêman got: "Em xwediyê vî erdî ne, em bi hêza xwe ya leşkerî û hevgirtin û yektiya xwe bawer in. Em ê erdê xwe biparêzin. Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê êrişî bajar û herêmên me kirin. Em ê li ber xwe bidin heta heêrmên xwe ji dagirkeran vegerînin."

Tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê bi havkariya şêniyan şewat vemirin û nehiştin berfireh bibe.

ANHA