Mala wê desteser kirin û bi rêya nameyan şantajê dikin

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê dagir kirin, mala şêniya bi navê Hêvîn Ebdo desteser kirin. Piştî demekê jî yên ku dewleta Tirk a dagirker anîne bajêr û di mala wê de rûniştine telefûn kirin, henek û şantajê li wê  dikin.

Mala wê desteser kirin û bi rêya nameyan şantajê dikin
Mala wê desteser kirin û bi rêya nameyan şantajê dikin
4 gulan, 2020   05:38
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê dagir kirin, dest bi siyaseta guhertina demografik kirin. Şêniyên resen ên herêmê didin koçberkirin û malbatên çeteyan ên ji herêmên cuda yên Sûriyê tînin herêmê û di malên şêniyan de bicih dikin. Şêniyên resen ên ku ji ber zilm û zordariya dewleta dagirker û çeteyên wê koçber bûne jî, di kampên ku Rêveberiya Xweser ji bo koçberan amede kirine de dimînin.

Şêniya bi navê Hêvîn Ebdo (41) ku dayika 3 zarokan e û şêniya bajarê Serêkaniyê ye, tevî zarok, hevjîn û xizmên xwe di 9’ê Cotmeha 2019’an de anku roja yekemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê de koçber bû.

Hêvîn serpêhatiya koçberî û desteserkirina mala xwe wiha vedibêje: “Di 9’ê Cotmeha 2019’an de saet di 04:00’an de, ji nişkan ve dengê bombeyan û teqînên bihêz hat. Ez bilez derketim derve û min dît tevahî şênî li kolanan in û direvin. Hinek jî zarokên xwe kom dikin û koçber dibin. Lê di heman demê de min nizanî çi rû dide. Di wê demê de, birayê min ê ku li derve dijî piştî ku nûçeyên lezgîn li ser televîzyonê û destpêkirina êrişên leşkerî li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dîtin, telefûn kir. Dewleta Tirk a dagirker destpêkê gundên li ser sînor bombebaran kirin û bajar bi moşek, top û derbeyên balafiran hedef girt."

Hêvîn wiha got: "Min bawer nekir, ji xwe re got dê wek her car Tirkiye çend moşekan biavêje û raweste. Min ji  birayê xwe re got na..na.. tişt tune ye her tişt baş e. Lê tevî wê jî dengên bihêz dihatin. Bi xurtbûna dengên bombebaranê û bihîstina dengê balafirên şer re xof kete hundirê me. Heta mêvanên me jî derketin û koçber bûn. Lê belê ez tevî malbata xwe di mal de mam. Pir dem derbas nebû heta ku pê hesîm kes li taxê nemaye. Me nedizanî dê kengê banê malê biser me de bikeve. Bi wê re jî tu çare ji bilî derketinê nema. Em ji cihên ku dihatin bombebarankirin dûr ketin. Em sekinîn, qaşo rewş hêdî bibe û vegerin malên xwe. Piştî çend saetan deng sekinî û me texmîn kir ku dê di vir de bisekine. Careke din ez û hevjînê xwe vegerîn malê, hê fîncanên qehweyê li cihên xwe bûn, lê mal tevahî di tozê de mabû. Min mal paqij kir û da hev, weke ku çawa dê mîna rojên berê lê bimînim."

Hêvîn wiha axaftina xwe dewam kir: "Bi şevê careke din dengê topbaran hat û her ku dengê fîşekan nêzîk dibû tirs û xof dikete nava me. Derdora 32:00 bi şevê em ji malên xwe derketin û me berê xwe da Til Temirê. Lê ji ber bi hêvî bûn ku em ê serê sibê li malên xwe vegerin, me qet tiştek bi xwe re neanî."

Çavên Hêvînê tijî rondik bûn û wiha pêde çû: “Ji roja em ji mala xwe derketine û heta niha em hîn venegeriyane bajarê xwe û bi hêvî ne ku ew ê rojek were em ê vegerin malên xwe."

Hêvîn û malbatê ji dema koçber bûne li kampa Waşûkanî ya Hesekê bi cih bûne. Piştî çend meh bi ser dagirkirinê re derbas bûn, ji hejmarek ne diyar nameyek ser watsapê ji Hêvînê re hat. Di nameye de gotibû “Merhaba, tu Hêvîn î? Ez dixwazim bi te re bidim û bistînim."

Hêvîn anî ziman ku ew ê girîngî neda watsapê û yekser blok kiriye. Lê piştî çend saetan nameyek ser SMS bi heman hejmarê jê re hat û dibêje"Çima tu venagerî mala xwe, vegere, em bendewarê we ne."

Hêvîn got: “Bi nameyê şantaj li min kir û bû mereq ku ez wî kesî nas bikim. Piştî ku ez bi vî kesî re axivîm, min ew nas kir. Yek ji kesên di mala wan de bi cih bûye ku bi xwe xelkê Himsa Sûriyê ye û hejmara telefona wê ji deftereke wê yên li malê derxistiye.”

Hêvîn parve kir ku hin nasên wê yên li bajêr mabûn jê re gotine çete ketine mala te û li ser dîwar nivîsandine "Ebû Fîras El-Cemcem" li gel vê yekê malbatê jê re dîmenekî mala wê yê piştî bajar hatiye dagirkirin şandiye. Di dîmen de diyar dibe ku kel û pelên malê hemû dizîne û alavên Hêvîn bi zor û zehmetî çêkirine talan kirine.

Di dawiyê de Hêvîn destnîşan kir ku tek hêviyeke wan heye ew jî vegera li bajar û rûniştina ber siya malê ye.

(fr-eh)

 ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BeeuGAVEzT0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>