Bi nanê tenûrê dabara jiyana xwe dike

Bi nanê tenûrê dabara jiyana xwe dike

Bi nanê tenûrê dabara jiyana xwe dike
Bi nanê tenûrê dabara jiyana xwe dike
Bi nanê tenûrê dabara jiyana xwe dike
Bi nanê tenûrê dabara jiyana xwe dike
Bi nanê tenûrê dabara jiyana xwe dike
Bi nanê tenûrê dabara jiyana xwe dike
4 gulan, 2020   05:23
REQA- RÛBE EL-ELÎ

Gelek jin nanê tenûrê amade dikin û pê dabara jiyana rojane ya malbatên xwe dikin. Bi taybet jî di rewşa koçberiyê de ku bû para bi hezaran şêniyên Sûriyê.

Sediye Receb El-Ehmed (36) koçbereke bajarê Elbokemal e û ev sal û nîve li taxa Qetar a Reqayê bi cih bûye. Sediye dayika 6 zarokan e. Ji ber ku Sediye û hevjînê wê xizmên hev in, 4 zarokên wê bi nexweşiya otîzmê ketine.

Sediye di şertên dijwar ên koçberiyê debara xwe bi nanê tenûrê dike.

Her sibehê, Sediye li cihê nanbijêrê dest bi çêkirina nanê tenûrê dike.

Sediye li kêleka nanê tenûrê, Kilêcê jî çêdike. Tevî ku firinên nan li bajêr hene jî, lê belê şênî ji nanê gelêrî hez dikin.

Sediye pêwîstiyên xwe yên wekî (ard, şekir, rûn) ji dikanan dikire û ji saetên berbangê de heta saetên nîvro nan çêdike.

Rojane li gorî daxwaza şêniyan ji 25-30 kîlo ard çêdike û her nanekî bi 50 Leyreyên Sûriyê difiroşe anku ji sûkê erzantir difiroşe. Li sûkê her nanek bi 100 Leyreyên Sûriyê ye. Sediye nanê tîrê jî ku li sûkê bi 150 Leyreyên Sûriyê ye, bi 70 lireyên Sûriyê difiroşe.

Wê bawer nedikir ku çêkirina nan ku ji dayika xwe fêr bûye, dê bibe çavkaniya peydakirina dabara jiyana wê.

Sediye li ser karê xwe, wiha dibêje: "Vî karî di koçberiyê de gelekî alîkariya min kir. Bi rêya çêkirina nan ez pêdiviyên xwe û zarokên xwe peyda dikim. Tevî ku ez piraniya dema xwe di çêkirina nan de derbas dikim jî, ez pêdiviyên mala xwe kêm nakim. Keça min a 17 salî jî alîkariya min dike."

(cx)

ANHA