Bandora dagirkeriya Tirk li ser mewsima çinînê

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker piraniya navendên wergirtina hilberînên çandiniyê dagir kirine û yên mayîn jî dikin hedef, aliyên têkildarî qada çandiniyê yên navçeya Eyn Îsayê zehmetiyên wergirtin û depokirina hilbirînê dikişînin. Ji ber vê yekê hewl didin depoyeke statejîk ji bo wergirtina genim peya bikin ku bikarinbin rêgeza xwetêrkirinê bi cih bînin.

Bandora dagirkeriya Tirk li ser mewsima çinînê
4 gulan, 2020   05:51
EYN ÎSA

Li navçeya Eyn Îsayê bi nêzîkbûna mewsima çinînê re, berpirsên wergirtina hilberînan astengiyên diyarkirina navendên wergirtinê dikişînin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Girê Spî, gundewarê wê û herêmên girêdayî navçeya Eyn Îsa dagir kirin, dest danîn ser piraniya navendên wergirtina hilberînên çandiniyê (depoyên Şirgirakê, Dehlîz û El-Sexrat). Her wiha navenda tekane Mişerfe ya 2 km dûrî navenda navçeyê  ye bêserûber topbaran dikin. Ji ber vê yekê aliyên têkildar, zehmetiyên depokiririna hilbirînê dikşînin.

Berpirsên wergirtina hilberînê hewl didin miqdarên sînordar ji genim bikirin bi şêwazekê ku rêgeza xwetêrkirinê li navçeyê û gundewarê wê peyda dike. Ji bo wê plan û tedbîrên pêwîst hatin girtin ku dê di demek pêş de bêne ragihandin.

Heta niha tu biryar girêdayî miqadara ku dê ji cotkaran were wergirtin hîna nehatiye girtin. Lê berpirsên peydakirina depoyê hewl didin rêgeza xwe têrkirinê li navçeya peyda bikin. Li gorî ku hatiye plankirin, depoyên Mişarefe Eyn Îsa dê bibe navenda yekemîn a wergeritina hilberînê, îhtîmal heye guhertin di plansaziya wergirtinê de çêbibe.

Pêwîstiya navçeyê û gundewarê wê ji genima ku ji hêla aliyên têkildar ve li ser firinan û aşan hatine belavkirina bi derdora 100 ton di heftê de tê texmînkirin.

Piştî dagirkirina bajarê Girê Spî û dehan gundên wê ji hêla artêşa tirk a dagirker ve, navçeya Eyn Îsa bi gelek gefên emnî re rû bi rû maye. Gelek gundên navçeyê rastî topbarana rojane ji hêla dagirkeriya Tirk ve tên. Ev jî ewlehiya herêmê û şêniyan dihejîne.

(şx)

ANHA