Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1’ê Gulanê li tevahî karkeran pîroz kir û hêvî kir ku xêr, aştî û tenduristî li tevahî Sûriyê belav bibe û di cejna bê de Sûriyeke demokratîk bê avakirin, her wiha tê de rola kedkaran û hewldanên wan di pêşketina civakê de mîsoger be.

Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê pîroz kir
1 gulan, 2020   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê ye, cejna ku rol û girîngiya karkerên têkoşer di civakê de aşkera dike. Her wiha karker ji binyadên sereke û stûnên girîng ên civakê ne, her wiha bi ked, westan û têkoşîna xwe piştevaniya pêşketina tevahî aliyên civaka xwe dikin û nûnertiya nirxên civaka demokratîk dikin.

Bêguman çîn û cudahiyên civakî her tim serwerî li rewşa Sûriyê kiriye, her wiha karkeran li beramberî ked û westanên xwe tu piştevanî nedîtin. Mafên kêm ên karkeran ji sedem û ajoyên girîng in ku hiştiye çîna kedkar derkeve û li qadan daxwaza mafên xwe bike. Niha li gel tevahî girêk û çareyên ji dîmena Sûriyê re veşartî ne, ji mafên karkeran in ku roleke wan a girîng di pêşeroja Sûriyê de hebe û ev jî mijareke girîng û sereke ye.

Em 1’ê Gulanê li gel aloziya awarte û pandemiya Koronavîrusê pêşwaz dikin, em tevahî bi mijarên çîna karkeran û tevahî çînên civakê diêşin. Lê belê ev nayê wateya ku vê cejna dîrokî bi bîr nebînin û wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî karkeran pîroz bikin.

Em hêvî dikin ku xêr, aştî û tenduristî li tevahî Sûriyê hebe û di cejna bê de Sûriyeke demokratîk bê avakirin, her wiha tê de şansên wekhevî û edaletê hebe û rola kedkaran û hewldanên wan di pêşketina civakê de mîsoger be.

Her sal li tevahî karkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî Sûriyê û cîhanê bi xêr be."

(fr)

ANHA