​​​​​​​Tevgera Komunîst a Şoreşger 1’ê Gulanê pîroz kir

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê Tevgera Komunîst a Şoreşger li bajarê Kobanê daxuyaniyek weşand.

​​​​​​​Tevgera Komunîst a Şoreşger 1’ê Gulanê pîroz kir
1 gulan, 2020   11:01
KOBANÊ

Di daxuyaniya Tevgera Komunîst a Şoreşger ku li Qada Jina Azad hatiye dayîn de, endamên Partiya Şoreşger a Komunîst û karker beşdar bûn. Her wiha beşdaran alên partiyê û pankartên “Yekitî berxwedana serkeftinê ye” û “Bijî 1’ê Gulanê” hildan.

Endama Tevgera Komunîst a Şoreşger li bajarê Kobanê Meysa Ekarî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Di sedsala 19'emîn de li Amerîkayê karker di mercên pir giran de rojê 15-16 saetan dixebitandin, bi pereyê ku digirtin nikarîbûn heta zikê xwe jî têr bikin. Karkerên Amerîkayê ku mercên xebatê yên koletiyê qebûl nakin, li hember kapîtalîzm û pergala wê ya xirabûyî serî radikin. Di 1'ê Gulana 1886'an de bi sed hezaran karker derketin grevê. Daxwaza wan ew bû ku dema kar bibe 8 saet.

Burjuvaziya Amerîkayê xwest berxwedana karkeran bi qetlîamê bitepisîne. Kapîtalîzmê li gel hemû qetlîamên xwe nedikarîbû berxwedana karkeran bi dawî bike, çanda berxwedanê li hemû cîhanê belav bû. Di sala 1889'an de 1'ê Gulanê wek “Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştgiriyê ya Navneteweyî'' ya çîna karkeran hat îlankirin.

Kapîtalîzm, îro jî bê sînor keda karkeran û hemû bindestan dixwe û bi destdanîna ser keda wan serweta xwe zêde dike. Ji bo ku kaseyên xwe tijî bikin li her derê cîhanê bêkarî, birçitî, xizantî, talankirina xwezayê bê sînor berdewam dike, jin û zarok wek hêza kar a erzan tên bikaranîn.

Tiştê ku kapîtalîzma xirabbûyî û genî daye mirovahiyê wekî ku di şer, birçitî, bêkarî û Koronavîrusê de bûye, tenê nexweşî ye. Li Rojhilata Navîn a ku DAIŞ, Heyet Tehrîr El-Şam, Artêşa Sûriyê ya Azad ava kiriye, dewletên emperyalîst û kapîtalîst in. Kapîtalîzm ev çeteyên faşîst ji bo desthilatdariya xwe dişîne ser gelên me. Di van mercan de gelên me yên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşeke demokratîk, gelparêz, ji destê karker, kedkar, jin û xwezayê diyarî gelên cîhanê kir.

Li hember hemû dagirkeran û dijminên şoreşê parastina axa Rojava û Bakurê Sûriyê, şerkirina ji bo azadkirina axên hatine dagirkirin, xwedî derketina li 1'ê Gulanê ye.

Berxwedana ku bi pêşengiya jinên karker dest pê kir, îro li Rojava bi şoreşa jinan re gihaşt serkeftinê. Em ji bo azadiya hemû karkeran û gelên cîhanê di 1'ê Gulanê de têkoşîn û piştgiriya xwe mezin bikin."