Di 24 saetan de êrişa Îsraîlê ya duyemîn li ser xaka Sûriyê

Di 24 saetan de Îsraîlê cara duyemîn êrişî xaka Sûriyê kir, her wiha di êrişa duyemîn de depoya cebilxane û roketan a li baregeha Hesen Bin El-Heysem a girêdayî komên Hizbullahê ya li ser rêya Hums-Tedmurê hat hedefgirtin.

Di 24 saetan de êrişa Îsraîlê ya duyemîn li ser xaka Sûriyê
1 gulan, 2020   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên vê sibehê de dengê teqînên dijwar li bajarê Hums û derdora wê hat, her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku deng ji êrişa nû ya Îsraîlê hat ku depoya cebilxane û moşekên girêdayî Hizbullaha Lubnanê li baregeha Hesen Bin El-Heysem a li ser rêya Hums-Tedmurê hedef girt.

SOHR’ê destnîşan kir ku di encama êrişê de teqînên dijwar li depoyê çêbûn, bi wê re jî parçeyên ji teqînê heta bi hundirê bajarê Humsê çûn, beriya wê pergala parastina asîmanî ya rejîmê hewl da bersiva êrişa bi moşekan bide.

Çavkaniyan ji SOHR’ê re da zanîn ku baregaha Hesen Bin Heysem a perwerdekirina zanîngehê ye, lê belê Hizbullahê beriya çend salan ve ji xwe kiriye navend.

Li aliyekî din jî SANA’yê ya alîgirê hikumetê li ser zimanê berpirsê Humsê wiha daxuyand: "Êrişa li dijî nuqteyeke leşkerî ya li rojhilatê Humsê hê nehatiye zanîn. Bi wê re jî teqîn çêbûn û dûman ji cihê bûyerê bilind bûn, her wiha hin moşek li derdorê ketin û hin sivîlên di wir re derbas dibûn, birîndar bûn."

Balafirên Îsraîlê şeva berê nuqteyên hêzên hikumet û hêzên Îranê li herêma Til Ehmer û bejahiya Meiriye ya rojavayê Dera, herêma Til Ehmer a rojava ya li Quneyterayê ya bi ser parêzgeha Derayê ve hedef girtin.

(fr)