Li Lîbyayê serçeteyek hat kuştin û 15 çeteyên ji Sûriyê dîl hatin girtin

Artêşa Lîbyayê piştrast kir ku bi ser bajarê Qerebolî de girtine, serçeteyek û 15 çekdar dîl girtine ku di nav wan de çeteyên ji Sûriyê jî hene û di encamê de milîsên hikumeta Wîfaqê ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk werdigirin, reviyane.

Li Lîbyayê serçeteyek hat kuştin û 15 çeteyên ji Sûriyê dîl hatin girtin
23 nîsan, 2020   10:13
EMANÎ EZAM

Gerînendeyê Rêveberiya Perspektîfên Manewî ya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Emîd Xalid Mehcûb bi daxuyaniyekê diyar kir ku milîsên piştgiriya xwe ji hikumeta Wîfaqê digirin, di rojên derbasbûyî de bi pêş ve çûbûn û hejmarek sivîl girtin, her wiha hewldana girtina bi ser bajarê Terhûna de kirin û di encamê de kuştiyên milîsan zêde bûn.

Xalid Mehcûb piştrast kir ku duh bi şev di encama şerê li Qereboliyê de artêşa Lîbyayê bi pêş de çû û di encamê de milîsên fermanan dide Silêtîn secrete Abdulrewûf El-Sarî anku milîsê bi navê “Ehrar Zilêtîn” hate kuştin.

Emîd Xalid Mehcûb diyar kir ku 15 çeteyên sûrî di encama operasyonên leşkerî yên hêzên wan de hatine girtin.

(eh)