​​​​​​​‘Divê zext li dewleta Tirk bê kirin da ku rewşa tenduristiya Rêbertî aşkera bikin’

Hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ji bo aşkerakirina rewşa rêber Abdullah Ocalan divê rêxistinên navneteweyî zextê li dewleta Tirk bikin, her wiha dema ku vîrusa koronayê li nava girtîgehên Tirkiyê berbelav bûye, pêwîstî bi serbestberdana girtiyên siyasî û muxalifan heye.

​​​​​​​‘Divê zext li dewleta Tirk bê kirin da ku rewşa tenduristiya Rêbertî aşkera bikin’
​​​​​​​‘Divê zext li dewleta Tirk bê kirin da ku rewşa tenduristiya Rêbertî aşkera bikin’
​​​​​​​‘Divê zext li dewleta Tirk bê kirin da ku rewşa tenduristiya Rêbertî aşkera bikin’
23 nîsan, 2020   06:21
QAMIŞLO – BASIL REŞÎD – ŞEYMA ALİ

Ji destpêka salê ve vîrusa korona ya nû (Covid-19) li seranserê cîhanê belav dibe, herî dawî jî nexweşên vîrusê pir zêde Ii Tirkiyê hatin tomarkirin û NY`yê bang li hemû dewletên cîhanê kir ku yekser girtiyan berdin lê desthilata Tirk helwestekê cidî nîşan neda, berevajî vê yekê serokên mafyayê û kesên sûcdar berdan.

Gelek hikumetan tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê girtin, ji wan serbestberdana girtiyan lê parlamentoya Tirkiyê 7 Nîsanê biryarek da, bi hezaran girtiyên siyasî, rewşenbîr, siyasî nexasim rêber Abdullah Ocalan û rojnamevan nexistin ber biryarê û tenê girtiyên edlî ketin ber biryarê.

Piştî Koronavîrus li nava girtîgehên Tirkiyê bilind bû, gelê Kurd têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan bi fikar e, ji ber ku desthilata Tirk rê nade parêzer û malbatê ku bi pê re bicivin, di heman demê de detayên aşkerakirina rewşa rêber Abdullah Ocalan red dike.

Hevserokê Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Çelatê diyar kir ku piraniya dewletan ji ber vîrusa korona girtî serbest berdan, ji ber xetereya li ser jiyana wan çêdike. Ehmed Çetalê destnîşan kir ku Tirkiyê serokên mafyayê û diz berdan lê girtiyên siyasî û muxalif bernedan, ji ber vê yekê xetereyê li ser jiyana wan çêdike.

Ehmed Çelatê anî ziman ku sehkirina rewşa girtiyan ji mafê her malbatekê heye lê dewleta Tirk rê nade parêzer û malbatê ku serdana rêber Ocalan bikin û di demeke wiha de vîrusa Korona li nava girtîgehên Tirkiyê belav bûye, rewşa tenduristiyê rêbertî ji nêz ve nas bikin.

Ehmed Çelatê bang li rêxistinên navdewletî kir ku zextê li ser dewleta Tirk bike û parastina mafên mirovan bike, da ku rewşa rêber Ocalan ku nûnertiya gelên bindest dike nas bikin, li gel vê yekê da ku hikumeta AKP`ê girtiyên siyasî û muxalifan serbest berde.

Hunermend Nesrîn Botan jî axivî û kiryarên desthilata Tirk der heqê rêber Abdullah Ocalan de şermezar kirin. Nesrîn Botan got: "Abdullah Ocalan rêberê mirovahiyê ye."

Dewleta Tirk têkildarî pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê li girtîgehên Tirkiyê tedbîrên pêwîst negirtin û li gorî agahiyan rêjeya haletên vîrusê li girtîgehên Tirkiyê bilind bûye.

eh

ANHA