Desteya Çandiniyê sebzeyan diçîne da ku berhemên wê li şêniyên Efrînê belav bike

Desteya Çandinyê ya kantona Şehbayê rûberên berfireh bi sebzeyên havînê yên mîna bacanasor, bacanareş, îsot, pîvaz û petat diçîne. Da ku li şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin belav bike.

Desteya Çandiniyê sebzeyan diçîne da ku berhemên wê li şêniyên Efrînê belav bike
Desteya Çandiniyê sebzeyan diçîne da ku berhemên wê li şêniyên Efrînê belav bike
Desteya Çandiniyê sebzeyan diçîne da ku berhemên wê li şêniyên Efrînê belav bike
Desteya Çandiniyê sebzeyan diçîne da ku berhemên wê li şêniyên Efrînê belav bike
23 nîsan, 2020   06:18
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Desteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê di çarçoveya piştgiriya bi şêniyên Efrînê de, dest bi çandina şitlên sebzeyên havînê kiriye.

Di nav zeviyan de gelek cureyên sebzeyên havînê yên wek bacanasor, bacanareş, îsot, pîvaz û petat çandin. Da ku di werza havînê de piştgiriya gel bikin.

Di vî warî de endamê Desteya Çandiniyê yê kantona Şehbayê Mihemed El-Wêsî ji ANHA’yê re axivî: "Di destpêka mewsima havînê de, me gelek projeyan ji bo piştgiriya şêniyan pêş xist. Îsal biryar hate dayîn ku rûberên fireh ji kantonê bêne çandin. Mîna çandina darên cur bi cur weke zeytûn, merx, sewlî, hejîr, fistiq û tirî. Tevî çandina kulîlkan."

El-Wêsî wiha domand: "Em hewl didin zeviyên avî bi pîvaz û petat biçînin. Sebzeyên mîna bacanasor, bacanareş û îsot destpêkê di şitilgehan de diçînin. Desteyên din alîkariya me dikin mîna sererastkirina jeneratoran û pêşkêşkirina semad û dermanan."

El-Wêsî destnîşan kir ku armanca ji vê projeyê, ew e ku sebzeyên baş dûrî madeyên kîmyawî peyda bikin. Hilberînên zeviyan wê li ser şêniyên Efrînê li kantonê bên belavkirin.

El-Wêsî di dawiyê de got: “Şêniyên Efrînê bi xwe di nav zeviyan de kar dikin. Rojane 6 saetan kar dikin û weke destheq 1800 lîreyên Sûriyê ji hêla Desteya Çandiniyê ve werdigirin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6ZXba8czU1Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>