Planên alternatîf ji bo peydakirina ava vexwarinê ya Hesekê

Şaredariya Gel a Erîşe ji bo çareserkirina pirsgirêka qutkirina ava stasyona Elok, bi hevkariya Gerînendetiya Avê ya Hesekê, stasyoneke biçûk a ava vexwarinê aktîf kir. Her wiha bi xwediyên sahrîcan re peyman çêkir da ku avê ji bîran bikişînin û bigihînin şêniyan.

Planên alternatîf ji bo peydakirina ava vexwarinê ya Hesekê
Planên alternatîf ji bo peydakirina ava vexwarinê ya Hesekê
Planên alternatîf ji bo peydakirina ava vexwarinê ya Hesekê
Planên alternatîf ji bo peydakirina ava vexwarinê ya Hesekê
3 nîsan, 2020   06:29
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Stasyona Elok demara sereke ya kantona Hesekê û herêmên başûrê wê tê hesibandin. Stasyon ava vexwarinê ji wan herêman re peyda dike. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ava stasyonê bi armanca ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin û nakokiyan biafirînin, qut dikin.

Bi dubarekirina vê reftariyê bi awayekî bi zanabûn, Meclisa Kantona Hesekê bi hevkariya Gerînendetiya Avê ya kantonê hewl da alternatîfeke din li şûna stasyona Elok peyda bikin. Niha bîr têne kolandin da ku av ji stasyona Hime bigihîje bajarê Hesekê. Her wiha stasyoneke biçûk a şîrînkirina avê dan xebitandin da ku av bigihîje şêniyên gundewarên başûr.

Zêdetirî 46 gund girêdayî navçeya Erîşe ne. Ew gund bi hewcedariya miqdarên mezin ji avê ne. Niha av bi rêya sahrîcên sivîl digihêjin wan gundan. Av ji stasyona Elok a sereke tê veguhestin.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Erîşe Mihemed El-Cuma got: "Ji demeke nêz ve bi hevkariya Gerînendetiya Avê ya Hesekê û Şaredariya Erîşeyê stasyona şêrînkirina avê li navçeya hate vekirin. Hêza hilberîna wê di 8 saetan de digihêje 90 bermîlan. Dema av ji stasyona Elok qut bibe, stasyon wek depoyeke yedek ji herêmê re tê hesibandin."

El-Cuma destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn di vê dawiyê de ava stasyona Elok qut dike û wiha rave kir: "Artêşa Tirk a dagirker stasyona Elok wek kaxizek zextê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne. Rêveberiya Xweser bi rêya Gerînendetiya Avê zêdetirî bîrekê li herêmê aktîv kir ger av qut bibe. Li ser wê bi sê sahrîcan re peyman danî. Tevî vekirina stasyona şêrînkirina avê li Erîşe da ku avê ji herêma Şemoke bigihîne şêniyan."

El-Cuma diyar kir ku di dema niha de şaredarî avê bi bihayên guncaw dide şêniyan li beramberî her 5 bermîlan hezar lîreyên Sûriyê distîne. Lê heman miqdar ji aliyê sahrîcên sivîlan bi 3 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn, avê li ser şêniyên bajarê Hesekê û navçeyên wê ji dema ku bajarê Serêkaniyê di Cotmeha 2019`an de dagir kiriye, qut dikin. Ruxmî navbeynkariya Rûsyayê da ku av bê sedem neyê qutkirin.

Rêxistina Human Rights Watch Tirkiyê hişyar kir eger avê wek çek li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bîne. Rêxistinê diyar kir ku Tirkiyê bi van reftariyan zirarê bi karînên rêxistinên mirovî jî dike li gel belavbûna pandemiya Koronayê li cîhanê.

(şx)

ANHA