Ji ber Koronavîrusê tevgera kirîn û firotinê li sûkên Misirê rawestiye

Li Misirê ji ber ku gel ditirse ku Koronavîrus belav bibe, tevgera kirîn û firotinê rawestiye. Ruxmî ku hikumeta  Misirê tevahiya tedbîran bi lez girtin û bihayên kel û pelan aram bûn, lê aloziyê bi awayekî neyînî bandor li sûkên Misirê kir.

Ji ber Koronavîrusê tevgera kirîn û firotinê li sûkên Misirê rawestiye
3 nîsan, 2020   06:26
QAHÎRE - EMANÎ EZAM

Bazirganên Misirê di navbera peydakirina qûtên jiyana xwe û tirsa ji belavbûna vîrusê de mane. Bazirganan diyar kir ku firoşkarên Misirê bi temamî biryarên qedexeya derketina derve ya ku hikumetê ferz kiriye, tînin cih. Tevî ku perspektîf û tedbîrên ku Wezareta Tenduristiyê derxistine, pêk tînin.

Firoşkarê xişirê Mihemed got ew biryara qedexeya derketine derve tîne cih. Mihemed destnîşan kir ku ruxmî bihayên kelûpelan buha nebûye tevgera kirîn û firotinê bi temamî rawestî ye ji ber ku welatî ji vîrusê ditirsin. Mihemed got: “Hikumet her tiştê jê tê xwestin aniye cih. Aloziyek e, wê derbas bibe.”

Firoşkarê madeyên xwarinê Behaa Mihemed Adil got ew biryara qedexeya derketina derve tîne cih ruxmî ku dikana wî ji biryarê hatiye îstisnakirin. Adil îşaret pê kir ku tevgera kirîn û firotinê piştî belavbûna nûçeyên vîrusê bi awayekî zêde kêm bûye. Adil pesnê tedbîrên ku hikumetê girtine, kir û got: “Ev e tişta rast.”

Jina temenmezin bi navê Şerebat Ezof a firoşkara sebzeyan got tevgera kirîn û firotinê ji ber tirsa şêniyan ji nexweşiyê gelekî bi paş de çûye.

Şerebat Ezof da zanîn ku pêdiviya hin kesan a kirînê bi sedema bilindbûna sivik a sebzeyan kêm bûye û wiha got: "Kel û pel biha ne û kirîn û firotin tune ye.”

Li aliyekî din jî Erebî Ehmed Abdulhadî got li gorî biryarên hikumeta Misirê çi qedexeya derketin dibe çi jî perspektîfên aştiyê yên ji Wezareta Tenduristiyê ve dibin, tev digere. Her wiha piştrast kir ku hikumeta Misirê gelek tedbîrên baldariyê yên lez ên dorpêçkirina krîzê girtin.

Îsam Sibhî Hesen anî ziman ku li gorî biryara fermî ya hikumeta Misirê tev digere û bal kişand ser ku dewleta Misirê gelek biryarên lezgîn û aktîf ên serwerîkirina Koronavîrus û pêşîlêgirtina berbelavbûna wê, girtin.

Hesen wiha got: "Em tehemûl dikin ku vê demê bi selametî derbas bikin."

Ehmed Elî yê bazirganê cilan jî axivî ku li gorî biryarên parastinê hem ên tîma xebatê û di hundirê malê de tev digerin.

Der barê tevgera kirîn û firotinê de Ehmed Elî wiha got: "Bi sedema mitirsiya şêniyan li ser Koronavîrusê pir bandor li karê me kir.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gaA5P1Vv_f0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>