Hevseroka Heyva Sor a Kurd: Li beramberî du şeran in

Nexweşxaneya Lêgerîn a navçeya Til Temirê amadekariyên parastinê yên sînordarkirina berbelavbûna Koronavîrusê dike, di vî warî de Cemîla Hemê got "Em niha li hember du şeran in, yek Koronavîrus, a din jî êrişên dewleta Tirk a dagirker e." Cemîle bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd: Li beramberî du şeran in
Hevseroka Heyva Sor a Kurd: Li beramberî du şeran in
Hevseroka Heyva Sor a Kurd: Li beramberî du şeran in
Hevseroka Heyva Sor a Kurd: Li beramberî du şeran in
Hevseroka Heyva Sor a Kurd: Li beramberî du şeran in
3 nîsan, 2020   06:48
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Di vê demê de Koronavîrus (Covid-19)gefeke li cîhanê ye, heta niha zanyaran tu derman jê re nedîtine. Her wiha bi hedefa pêşîlêgirtin û sînordarkrina berbelavbûna wê NY’yê bang kir ku şer û nakokiyên li cîhanê giştî û Sûriyê bi taybet da ku balê bikişînên ser xetereya Koronavîrusê, bisekinin.

Di vê derbarê de Nexweşxaneya Lêgerîn a navçeya Til Temirê ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê tedbîrên pêwîst digire, lê artêşa Tirk a dagirker gundên Serêkaniyê û Til Temirê topbaran kirin, di encamê de sivîl birîndar bûn û hin welatiyan ji gundên xwe bar kirin, ji ber vê yekê tedbîrên xweparastinê hatin astengdarkirin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Heyva Sor a Kurd û endama rêveber a Nexweşxaneya Lêgerîn a li navçeya Til Temirê Cemîla Hemê ji ANHA‘yê re aixvî. Cemîla di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: "Di halê hazir de em li hemberî 2 cengan in, a yekemîn têkoşîna li dijî Koronavîrusê ye û ya duyemîn jî şerê li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyan wê yên li dijî herêmê ye. Ji ber êrişên artêşa Tirk sivîlan birîndar dikin û wan ji gundên wan koçber dikin, ji lew re têkoşîna li dijî Koronavîrusê dê zêdetir asteng bibe."

Cemîla da zanîn ku li nexweşxaneyê ji destpêkê ve wan karantîna çêkiriye û dezenfekte kir, her wiha wan deverên pîvana germahiyê veqetandin, li gel ku xwedan derfetên pêşîlêgirtinê bûn, lê ji ber berdewamkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Til Temirê û gundên pê ve girêdayî hemû tedbîr astng bûn, di vir de diviyabû ku oparasyonên leşkerî  li seranserî cîhanê bihatana sekinandin, lê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekinîn û gundên şênî lê dimînin, tên topbarankirin.

Cemîla Hemê got ji beriya 3 rojan ve dewleta Tirk gundên Til Temirê topbaran dike, li milekî din jî bandora êrişên dewleta Tirk li ser qutkirina kehrebeya bajar jî heye, lewma ew niha zehmetiyan dikişînin, nexasim piştî girtina deriyê sînor anku deriyên wekî deriyê Til Koçberê û bi vê yekê alîkariya şêniyan nayê kirin.

Cemîla Hemê di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li artêşa Tirk bike da ku êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinînin û bi vê yekê pêşî li belavbûna Koronavîrusê li herêmê bigirin û şêniyan jî ji xetereyê biparêzin.

 (eh)

ANHA