Koma Kevneşopî dîrokek vedigire sê serdeman

Di dirêjahiya sê serdemên li du hev de Koma Kevneşop a dîlana gelêrî hewl da çand û reseniyê biparêze. Endamên komê teqez dikin ku ew hunera xwe berdewam dikin.

Koma Kevneşopî dîrokek vedigire sê serdeman
Koma Kevneşopî dîrokek vedigire sê serdeman
Koma Kevneşopî dîrokek vedigire sê serdeman
Koma Kevneşopî dîrokek vedigire sê serdeman
Koma Kevneşopî dîrokek vedigire sê serdeman
Koma Kevneşopî dîrokek vedigire sê serdeman
Koma Kevneşopî dîrokek vedigire sê serdeman
Koma Kevneşopî dîrokek vedigire sê serdeman
Koma Kevneşopî dîrokek vedigire sê serdeman
Koma Kevneşopî dîrokek vedigire sê serdeman
3 adar, 2020   07:25
ŞEHBA-CAFER CAFO-XANDÎ ELO

Çand û kultura gelan beşek e girîng a dîroka gelan e. Hîmek hebûna wê wek civakên xwedî rêgezên şaristanî resen ku koka wan digihîje bi hezaran salan.

Gelê Kurd rastî tevahiya siyasetên qirkirina bedenî û çandî bi armanca tunekirinê hat. Pergalên dagirkerên Kurdistanê, hewl da dîrok, çand û zimanê gelê Kurd bikin hedef, bi armanca sînordarkirina girîngtirîn hîmên hebûna wî wek gelekî resen li ser axa xwe ya dîrokî.

Li gel wan hewldanan, gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan da. Hebûna xwe bi rêya parastina ziman û çanda xwe ji tunebûn û pişaftinê parast.

Koma Kevneşopî ya ku li Efrînê hatiye avakirin, ji girîngtirîn komên warê çand û hunerê ye, bi taybet girêdayî dîlanên gelêrî.  Kom di dîlanên  gelêrî yên Kurdan de pirspor e. Tev li şahî û boneyên neteweyî û civakî dibe, bi taybet şahiyên Newrozê.

Ji avakirinê ve kom rastî siyasetên înkar û çewisandinê yên rejîma Baas li Sûriyê hat, ji ber ku her tiştekî Kurdan qedexe ye. Ji ber wê endamên komê neçar man bi awayekî veşartî kar bikin û perwerdeyên xwe di nav malan de dûrî çavên rejîmê bi rêxistin kirin.

Endamên komê ji ber ku tev li boneyên neteweyî yên Kurdan bûne, ji hêla rejîmê ve hatin girtin. Lê dîsa jî têkoşîna xwe domandin, heya gihaştin vê rojê.

Kom ji 23 endaman ji her du zayendan pêk tê. 24 dîlanên girêdayî çanda herêmên cuda yên Kurdistanê dizanin.

Hemûde Maimo ji avakarên komê ye û dibêje di dirêjahiya salên karê xwe de rastî çewisandinê ji hêla rejîmê ve hatine. Ji ber wê neçar mane bi awayekî veşartî perwerdeyên xwe bibînin.

Di salên şoreşa Rojava de piştî vekirina navendên huner û çandê, cihên taybet ên çalakiyên hunerî kom bi awayekî mezin bi pêş ket. Lê artêşa Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê kir, ji ber wê endamên komê neçar man ji Efrînê ber bi herêmên Şehbayê ve koçber bibin. Endamên komê di kampên Şehbayê de careke din xwe bi rêxistin kir û xebatên xwe berdewam kirin.

Ebdo Beskê ji endamên komê ye û tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin, ji bo ku çand û hunera kurdî biparêzin. Girêdayî wê got: "Dema em dibêjin Kevneşopî yanî em behsa parastina çand û hunerê dikin yên ku pêşiyên me parastine. Em ê şopdarên rêya wan bin."

Niha Koma Kevneşopî amadekariyên şahiyên Newrozê dike. Ebdo Beskê dibêje tevahiya hewldanên dagirkeriyê ji bo tunekirina çanda Kurd wê têk biçin û got: "Ji ber ku em li vir li ber xwe didin. Em her tiştên ku li Efrînê hatin hedefgirtin, vedijînin. Em ê çanda xwe bi pêş bixin. Kesek nikare me jê dûr bixe."

(şx)

ANHA