Şêniya ku ji komkujiya Aqîbe xilas bûye detayên wê şevê vedibêje

Şêniya bi navê Mufîde Fewzî Hesen ku ji komkujiya gundê Aqîbê ji bin enkazan xilas bû, behsa detayên komkujiya gundê Aqîbe kir.

Şêniya ku ji komkujiya Aqîbe xilas bûye detayên wê şevê vedibêje
Şêniya ku ji komkujiya Aqîbe xilas bûye detayên wê şevê vedibêje
Şêniya ku ji komkujiya Aqîbe xilas bûye detayên wê şevê vedibêje
Şêniya ku ji komkujiya Aqîbe xilas bûye detayên wê şevê vedibêje
Şêniya ku ji komkujiya Aqîbe xilas bûye detayên wê şevê vedibêje
3 adar, 2020   07:42
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê dawiyê de êrişên xwe yên li dijî gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê zêde kirin. Bi awayekî yekser malên sivîlan kirin hedef.

Tirkiyê di 2`yê Kanûna 2019`an de komkujiyek li navçeya Til Rifetê pêk anî. Di encamê de deh sivîl ku 8 ji wan zarok bûn, şehîd bûn.

Di 25`ê Sibatê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê carê jî gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa kir hedef. Di encamê de 3 kes ji malbatekê (dayik Fatme Elî, bav Hesen Hac Izet Mihemed û zarok Sirûşt Izet Mihemed) şehîd bûn. Her wiha hejmarek sivîl jî birîndar bûn.

Jina bi navê Mufîde Fewzî Hesen (48) ku ji komkujiyê xilas bû, detayên wê şevê vegotin. Mufîde ji linge xwe birîndar bû, di heman demê de hevserê wê Ismet Hemû birîndar bû û sîngê wî jî şikest.

Mufîde diyar kir ku ew ji Efrînê koçber bûn û li Şehbayê bi hêviya vegera warên xwe man. Mufîde wiha got: "Ji roja destpêkê ve ku em gihaştin vir, artêşa Tirk a dagirker rojane gundên Şêrawa topbaran dike."

Girêdayî detayên komkujiya 25`ê Sibatê Mufîde got: "Artêşa Tirk a dagirker ji saetên şevê yên destpêkê ve gundê Aqîbê bêserûber topbaran kir. Em li mala malbata şehîd Hesen Hec Izet Hesen rûniştibûn. Xizmên wî jî hebû. Ji nişkave top li ser gund barîn. Bi dehan top li dora malê ketin. Bi ketina topan re, herkesî xwe di serşokê de veşartin. Ez û malbata xwe tevî malbata şehîd Hesen di hundir de man. Dema top li malê ketin, min got ez û zarok jî mirin. Ji ber ku wêraniya topbaranê mezin bû. Min bawerin nedikir ku sax mam e û ji bin enkazan derketim."

Mufîde behsa wan kêliyên dijwar û dengê zarokê bi navê Sirûşt di bin enqazan de kir û got: "Sirûşt di kêliyên destpêkê de şehîd neket. Min dengê wê dibihîst. Lê min nikarî xwe bigihînimê.”

Dema tîmên destwerdana lezgîn hatin, artêşa Tirk a dagirker careke din topbaran kir. Mufîde dibêje dengê nalîna Sirûşt ji guhê wê dernakeve. Mufîde wiha domand: "Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker carek din mal topbaran kir, kesek nikarî xwe bigihîne Sirûşt. Ji ber wê jiyana xwe ji dest da."

Mufîde bi xemgînî vegotina detayên wê şevê berdewam kir: "Gelo guneha me çi ye heta ku artêşa Tirk a dagirker me topbaran dike? Çima dixwaze me bikuje? Çima dixwaze me careke din bide koçberkirin?"

Mufîde destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi armanca ku senaryoya Efrînê dubare bike, herêm û malên wan topbaran dike.

Me xwest bi hevserê Mufîde re biaxivin, lê ji ber ku tenduristiya wî ji aliyên bedenî û derûnî ne baş bû, nikarî bi me re biaxive.

Mufîde dibêje çima rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan li hember komkujiyên dewleta Tirk bê deng in. Mufîde got: “Li vî zarokî binêrin ( kurê wê Cemîl Hemê 8 yê salî di encama topbaranê de birîndar bûye û rûyê wê şewitiye) gelo guneha wî çi ye heta di vê jiyana tijî tirs û topbaran de bijî?"

(şx)

ANHA