Di nav êrişan de berxwedana şivanekî

Li gundê Um El-Kêf berxwedana şivanê bi navê Ecîn Elî Hisên li dijî erişan vê bersivê dide “Her çi qas ew êriş bikin jî em ji gundê xwe dernakevin.” 

Di nav êrişan de berxwedana şivanekî
Di nav êrişan de berxwedana şivanekî
Di nav êrişan de berxwedana şivanekî
Di nav êrişan de berxwedana şivanekî
Di nav êrişan de berxwedana şivanekî
3 adar, 2020   07:17
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Gundê Um El-Kêf ku 5 km dûrî navçeya Til Temir dikeve, di hedefa hêzên dagirker de ye. Li gund şênî li dijî êrişan ji malên xwe dernakevin û di dema êrişan de jî heya sibehê şiyar dimînin. Êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser malên sivîlan berxwedana şêniyên Kurd û Ereb her ku diçe di rûpelên zêrîn yên dîrokê de tê nivîsandin.

Di vî gundê berxwedêr de şivanekî ji pêkhateyên Ereb bi navê Ecîn Elî Hisên(75) ji 5 saliya xwe ve pez xwedî dike. Hisên bi 7 zarokên xwe re ji roja êrişan heya niha ji mala xwe derneketiye û li ber xwe didin.

Hisên beriya êrişan pêzê xwe di nav aramiyê de li Çiyayê Kizwana û derdora gundên navçeya Til Temir diçêrand. Hisên dibejê ku wê demê ne tirs hebû ne jî xetere lê niha ji ber êrişên hovanê yên dewleta Tirk û çeteyên wê nikarin pêzên xwe derxin ji ber ku aramî tune ye û çeteyên dewleta Tirk dizî, kuştin û talan pêk tînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya çend rojan çeteyên dewleta Tirk a dagirker şivanekî 70 salî bi navê Ubeyd Îsa li gundê Gozeliyê yê girêdayî navçeya Til Temir îşkence kiribûn û pezê wî dizîbûn. Ji ber wan kiryarên hovanê şivan êdî bi rehetî nikarin pezê xwe derxînin.

Hisên û malbata xwe debara xwe bi xwedîkirina pez dikin. Beriya êrişan 100 pezê xwedî dikir lê bi destpêkirina êrişan re ji ber rewşa awarte û bihabûna tiştan re neçar mane ku hin pezên xwe bifiroşin. Niha 40 pezê wî heye û rojê danekî wan didoşin. Şîrê heyî dikin mast, him em xwe pê xwedî dikin him li cîranên xwe belav dikin yên ku zêde dimînin jî difiroşin. Niha ji ber êrişan nikarin li gundê xwe pêz bibin çêrandinê.

Hisên ji bo êrişan dibejê ku her roj ew rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Di dema êrişan de ew di mal de, heya sibehê şiyar dimînin û pezê xwe jî dixin axûr.

 ‘EZ ÇAWA ZAROKÊN XWE DIPARÊZIM, PEZ JÎ DIPARÊZIM’

Hisên ji ber tecrubeya 70 salan a xwedîkirina pez de êdî çawa taybetmendiyê zarokên xwe dizane taybetmendiya pezê xwe jî dizane û wan bi hezkirineke mezin xwedî dike û dibejê: “Pezê min ji bo min wekî zarokên min in ku çawa zarokê xwe diparêzim heman hewldan ji bo pezê min jî derbasdar e. Di vê rewşê em di xwedîkirina pez de zehmetiyan dikişînin lê çawa em malbata xwe diparêzin em neçar in ku pezê xwe jî biparêzin.”

Hisên hestên xwe yên berxwedanê û helwestên xwe yên li dijî êrişan wiha rave dike: "Erdogan û çeteyên wî dixwazin axa me dagir bikin, em jî qebûl nakin û li ser gelê me kiryarên qirêjî pêk tînin.  Ruxmî êrişên hovane ku di navbera me û çeteyan de tenê pir heye, ez li gundê xwe pezê xwe xwedî dikim. Xwedîkirina pez ne hêsan e. Teybet di rewşa niha ya êrişan de. Em nikarin bi keyfxweşî pezê xwe derxin çêrandinê.”

Di dawiyê de, Hisên dibêje yek xwesteka wî heye, ew jî vegera aramiya berê ye.

ANHA