Nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yên Til Birakê hatin hilbijartin

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê kongreya xwe ya yekemîn li navçeya Til Birak a kantona Qamişlo lidar xist û nûnerên xwe hilbijartin.

Nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yên Til Birakê hatin hilbijartin
Nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yên Til Birakê hatin hilbijartin
Nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yên Til Birakê hatin hilbijartin
Nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yên Til Birakê hatin hilbijartin
2 adar, 2020   15:55
QAMIŞLO

Kongrê li hola meclisa navçeya Til Birakê bi beşdarbûna bi dehan endamên partiyê û endamên saziyên sivîl ên navçeyê li dar ket.

Piştî deqeya rêzgirtin, rêveberên Buroya Rêxistinê ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Herêma Cizîrê Salih El-Zobai rewşa siyasî şîrove kir û perspektîvên siyasî û rêxistinî yên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê xwend.

Zobai destnîşan kir ku divê hemû endamên partiyê beşdarî dewreyên pêşxistin û fikirî bibin û got: "Perwerde hîmên sereke yên partiyê ne, bi taybet ji ber ku em di rewşekê de dijîn ku modernîteya kapîtalîzmê bi jehra xwe li derdora me belav bû da ku me ji rastiya me partiyetî û civakî dûr bixîne."

Piştî axaftinan, hilbijartin pêk hatin, Silava Ezîz Hesen wekî seroka Partiya Pêşerojê ya Buroya Til Birakê, Îlyas Mihemed El-Nayîf wekî cîgirê wê û endamên meclisa partiyê yên navçeyê hatin hilbijartin.

ANHA