Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo Ocalan meşiyan

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Şêniyan banga eşkerekirina rewşa Rêber Ocalan kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku erka xwe bîne cih.

Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo Ocalan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo Ocalan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo Ocalan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo Ocalan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo Ocalan meşiyan
2 adar, 2020   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kongreya Star a herêma Firatê meş orgenîze kir. Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê tev li meşê bûn. Peyayî ji gundê Eyn El-Bat heya gundê Qeremox li rojhilatê bajarê Kobanê bi dirêjahiya 15 km meşiyan.

Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan tevî pankartên bi nivîsên “Divê yekser raporek girêdayî rewşa Serok Apo ji raya giştî ya Kurd re bê pêşkêşkirin”, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hildan û sloganên azadiya Rêber Ocalan û bidawîkirina tecrîdê berz kirin.

Meş li gundê Qeremox rawestî û veguherî mitîngê, Piştî deqeyek rêzigrtin hevseroka Meclisa navçeya Şêran Macîde Hesûn bi navê Kongreya Star axivî û teqez kir ku dest ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan bernadin. Macîde banga eşkerekirina rewşa Rêber Ocalan piştî şewata li Îmraliyê rû daye kir.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a navçeya Şêran Salih Nûh axivî û bang li serokkomarê Tirkiyê kir li hesabên xwe vegere ji ber ku ew şaş e û dê berdêlek buha bide. Nûh destnîşan kir ku kesek nikare xewna gelê Kurd di azadiyê de bişkîne. Ji ber ku fikrên Rêber Ocalan êdî bûne beşek ji jiyana gelê Kurd.

(şx)

ANHA