Li Reqayê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` du çalakî li dar ketin

Bi dirûşmeya “Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e” Rêveberiya Jin a bajarê Reqayê bi boneya 8`ê Adarê du çalakî bi tevlibûna jinên bajêr lidar xistin.

Li Reqayê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` du çalakî li dar ketin
Li Reqayê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` du çalakî li dar ketin
Li Reqayê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` du çalakî li dar ketin
Li Reqayê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` du çalakî li dar ketin
Li Reqayê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` du çalakî li dar ketin
Li Reqayê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` du çalakî li dar ketin
Li Reqayê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` du çalakî li dar ketin
Li Reqayê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` du çalakî li dar ketin
Li Reqayê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` du çalakî li dar ketin
2 adar, 2020   16:20
REQA

Her du çalakî di nav rêzeçalakiyên Roja Jin a Cîhanî de hatin lidar xistin.

Di çalakiya yekemîn de Rêveberiya Jin pankertên bi nivîsên `Bi giyana 8`ê Adarê em li hember dagirkeriyê disekinin`, `8`ê Adarê destpêka jina azad e, `Şoreşa 8`ê Adarê şoreşa gulan e` û `Bi giyana jina azad vîna gelan wê biserkeve,` li deriyên têketina El-Kesrat, Çarxerêya Panorama, Taxa Mişleb, Taxa El-Tayar, benda kontrolê ya El-Firûsiye û çarxerêya El-Del daliqandin.

Her wiha li ser dîwarên bajêr sloganên girîngiya 8`ê Adarê hatin xêzkirin.

Di çalakiya duyemîn de Rêveberiya Jin konek li gundê Hiwêce Zehra li başûrê herêma Kesret Ferec veda. Di çalakiyê de berhemên hunerî û çanda Reqayê hate pêşkêşkirin.

Şervanên YPJ, endamên Meclisa Jin a Sûriyê, Meclisên Jin ên Herêmî, Komîn û bi dehan jinên herêmê bi cilên xwe yên gelêrî tev li çalakiyê bûn.

Konê çalakiyê bi wêneyên şehîdan, pankartên bi nivîsên `Bi xwîna şehîdan aştî serwer bû, teror tune bû`, `Komploya navneteweyî li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan hilweşe` û `Bi giyana Hevrîn em rêya wê dişopînin` hate xemilandin.

Endama Rêveberiya Jin a herêma Kerame Alîsar El-Xelef piştî deqeya rêzgirtin axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Ji aliyê xwe ve Sena El-Elî bi navê jin a xeta Şamiye axivî û got: "Wek jin divê em hev du bigirin da ku li hember êrişên dagirker yekrêziya xwe ava bikin."

Sena di nav gotinên xwe de banga eşkerekirina tenduristiya Ocalan kirin bi taybet piştî şewata li Îmraliyê rû daye.

Piştre dadwera dadgehên edlê ya bajarê Reqayê peyama Rêber Ocalan a girêdayî 8`ê Adarê di sala 2015`an de şandibû xwened. Ocalan di wê peyamê de behsa rûniştandina azadiya jinê, jina berxwedêr û çanda desthilata mêrdestiyê ya 5 hezar salan kiribû.

Her wiha rêzeçalakiyê cuda hatin pêşkêşkirin, jê çêkirina xwarinê li ser sacê li gorî kevneşopiyên Ereb.

Çalakî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên gelêrî yên çanda Reqayê û tilîliyên dayîkan de bi dawî bû.

(şx)

ANHA