Şêniyên Zirganê şewata li Îmraliyê şermezar kir

Şêniyên navçeya Zirganê yên beşdarî çalakiya konvedanê bûne, piştrast kir ku ew ê heta eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Ocalan berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin.

Şêniyên Zirganê şewata li Îmraliyê şermezar kir
2 adar, 2020   12:47
HESEKÊ-SALIH MIHMED-HENAR ÎBRAHÎM

Bertekên li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam in, nexasim piştî bûyera şewata li girava Îmraliyê ku Ocalan tê de dîlgirtî ye. Li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel daket qadan û banga eşkerekirina rewşa Ocalan kir.

Di vê derbarê de ajansa me hevdîtin bi çend şêniyên ku beşdarî konê çalakiyê bûne yê li bajarê Hesekê, çêkir.

Fethî Suleyman wiha axivî: "Bi şewata li girava Îmraliyê re xwestin vîna gelê Kurd bişikînin, lê ew nikarin îradeya me tune bikin. Em wek şêniyên kantona Hesekê û navçeyên wê dê çalakiyên xwe berdewam bikin û rastiya sûcdariya desthilata Osmanî û binpêkirinên li dijî rêber Ocalan derxin holê."

Husên Husên jî nêrînên xwe anî ziman û wiha got: "Em wek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi Kurd, Ereb û Suryaniyên xwe ve şewata plankirî ya dewleta Tirk şermezar dikin."

Husên bang li rêxistinên mirovî û navdewletî kir ku zextê li ser dewleta Tirk bikin da ku çarenûsa rêber Ocalan diyar bikin.

Paşê Selma Ehmed axivî û wiha da zanîn: "Armanca dewleta Tirk ew e ku hêviyên gel tune bike û fikr û felsefeya rêber Ocalan têk bibe, lê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê têkoşîna xwe berdewam bikin, li ser bingeha fikrên Rêbertî bijîn û belav bikin."

Selma wiha bi dawî kir: "Em ê heta eşkerekirina rewşa Rêbertî çalakiyên xwe berdewam bikin."

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iqEw_3ieYrk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>