Erdogan bi hêviya agirbestê ye û Pûtîn di şerkirina li dijî terorê de bi israr e

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji gefên xwe yên der barê Sûriyê de bi paş de kişiya û piştî dan û standinên bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hêvî kir ku agirbest pêk were. Her wiha Rûsyayê piştrast kir ku ev dan û standin pêk hatin û Pûtîn mîsoger kir ku di “şerkirina li dijî terorîstan de” bi israr e.

Erdogan bi hêviya agirbestê ye û Pûtîn di şerkirina li dijî terorê de bi israr e
2 adar, 2020   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got dê hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêncşema bê li Moskovê bibîne da ku rewşa Idlibê nîqaş bikin.

Erdogan îro di xîtaba li Enqereyê de wiha got: "Ez ê serdana Moskovê roja pêncşemê bikim, rewşa Idlibê bi serok Pûtîn re nîqaş bikim, her wiha bi hêvî me ku agirbestek piştî dan û standinan pêk were."

Li aliyekî din jî berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got leşkerên Rûsya û Tirkiyê li Sûriyê her dem di peywendiyan de ne û her wiha dan û standinên Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan dê rewşa Idlibê eşkere bikin.

Peskov der barê planên dewleta Tirk ên berfirehkirina operasyonên li Idlibê de ji rojnamegeran re wiha got: "Leşker her dem di peywendiyan de ne, jê girîngtir jî dê bala wan li ser dan û standinên di navbera Pûtîn û Erdogan de be."

Peskov wiha lê zêde kir: "Rûsya li gorî pêkanîna peymanên Soçiyê yên der barê Sûriyê de, aştiya xaka wê û piştevaniya Şamê ya şerkirina li dijî terorîstan de bi israr e û serokê Rûsyayê dê bi helwesta ve girêdayî be."

Peskov wiha domand: "Dê helwesta me ya ku serok Pûtîn û wezîrê karên derve Lavrov li ser tevahî astan diyar kiriye, sabît be û nayê guhartin, her wiha tîma xebata hikumetê ya hevbeş a ku bi dostên Tirk re di çend rojên dawîn de xebitiye. Dê li gorî peymanên Soçiyê tev bigerin ku bang yekitiya xaka Sûriyê dike. Her wiha bi xwezayî piştevaniya Sûriyê di şerkirina terorîstan de dikin."

Dewleta Tirk duh destpêkirina operasyona leşkerî li dijî hêzên rejîmê bi navê “Diri Buharê” ragihand, piştî wê jî hêzên rejîmê bi piştevaniya asîmanî ya Rûsyayê serweriya bajarê Seraqibê kir.

(fr)