Ji bin konê çalakiyê daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan bilind dibe

Ji bin konê ku Kongreya Star a bajarê Hesekê bi mebesta eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan vedaye, qîrîna şêniyan bilind dibe.

Ji bin konê çalakiyê daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan bilind dibe
Ji bin konê çalakiyê daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan bilind dibe
Ji bin konê çalakiyê daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan bilind dibe
Ji bin konê çalakiyê daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan bilind dibe
Ji bin konê çalakiyê daxwaza eşkerekirina rewşa rêber Ocalan bilind dibe
2 adar, 2020   13:13
HESEKÊ

Çalakiyên konvedana ku li pêş Dibistana Fewaz Colî ya taxa Kelasê ya bajarê Hesekê hatiye vedan, di roja 5’an de berdewam in.

Îro bi dehan şêniyên navçeya Tibespiyê û endamên saziyên sivîl beşdarî çalakiyên konvedanê bûn.

Rîhan Loqo bi navê Kongreya Star a navçeya Zirgan û Dirbêsiyê axivî û wiha got: "Bi slogana berxwedan û azadiyê bi hezaran şênî li qad û kolanan in ku şewata li Îmraliyê şermezar bikin."

Rîhan diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk komployan li dijî gel û rêbertî bi kar tîne, lê belê di her carê de siyaseta xwe diguhere. Lê dê di çalakiyên xwe de heta rizgarkirina Ocalan ji qeydên dewleta Tirk û eşkerekirina tenduristiya wî berdewam bin.

Bi navê PYD’ê ya Dirbêsiyê Ehmed Olan da zanîn ku ji zêdetirî 21 salan e rêber Ocalan di girtîgeha dewleta Tirk de ye, hedef jê jî tunekirina fikrên rêber Ocalan e.

Dayika Ezîze Mihemed ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê ye û ji ajansa ANHA’yê re wiha got: "Em  di bin konê protestoyê de kom bûne ku şewata li girava Îmraliyê şermezar bikin, her wiha bang li NY’yê dikin ku fişarê li dewleta Tirk bikin ku rewşa Ocalan eşkere bikin."

Dê çalakiyên Kongreya Star heta eşkerekirina tenduristiya rêber Abdullah Ocalan bidomin.

(fr)

ANHA