Fîlmê "Ji Bo Azadiyê" li Kobanê hate pêşanda

Fîlmê "Ji bo azadiyê" yê ku ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve hatiye amadekirin li bajarê Kobanê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate pêşandan.

Fîlmê "Ji Bo Azadiyê" li Kobanê hate pêşanda
20 sibat, 2020   17:30
KOBANÊ

Derhênerê Fîlmê "Ji bo Azadiyê" Ersîn Çelîk e. Fîlm li taxa Cemarik a bajarê Kobanê hatiye kişandin ku beriya 5 salan şerên giran di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ‘ê de lê rû dabû. Fîlm yek ji berhemên herî giran ên sînamegeriya Kurdî tê hesibandin.

Fîlm behsa berxwedana sed rojî ya ciwanên Kurd li Sûra Amedê ya Bakurê Kurdistanê ya di navbera 2015 û 2016‘an de dike ku di encamê de zêdeyî hezar kes ji şêniyên sure şehîd bûn.

Fîlmê "Ji bo Azadiyê" yekem car di Mîhricana Kalkuta ya Sînameya ya Navdewletî li Hindistanê  de hate pêşandan, her wiha li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hate pêşandin. Li li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hate astengkirin.

Fîlm dê 3 rojên din li Kobanê were pêşandan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_S-XMZ--PIQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>