Li Şamê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li paytexta Sûriye Şamê, êrişeke bombeyê pêk hat, 2 sivîl birîndar bûn.

Li Şamê teqîn: 2 kes birîndar bûn
20 sibat, 2020   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a SANA li taxa El Merce ya dikeve navenda Şamê bi kamyoneke bombebarkirî êrişek pêk hat.

Hate ragihandin ku di êrişê de 2 sivîl birîndar bûn. Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî bombe li bin wesayîteke leşkerî hatibû bicihkirin. Hê kesê êrîş li xwe negirtiye.