Paritya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya Kerama Kongreya xwe lidar xist

Bi dirûşmeyan  "Sûriya demokratîk ne navendî..Pêşxistina Rêveberiya Xweser..Xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk" Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Buroya navçeya Kerama ya gundewarê rojhilatê Helebê kongreya xwe ya yekemîn lidar xist.

Paritya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya Kerama Kongreya xwe lidar xist
Paritya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya Kerama Kongreya xwe lidar xist
Paritya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya Kerama Kongreya xwe lidar xist
Paritya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya Kerama Kongreya xwe lidar xist
Paritya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya Kerama Kongreya xwe lidar xist
Paritya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya Kerama Kongreya xwe lidar xist
20 sibat, 2020   17:05
REQA

Piştî gelek civînên amadekar Partiya Sûriya Demokratîk a Buroya navçeya Keramayê kongreya xwe ya yekemîn lidar xist.

Endamên saziyên sivîl, şande ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Reqa û gundewarên wê, şêx û rûspiyên Kurd û Erb beşdarî kongreyê bûn.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb axivî û got: "Partiya Sûriyê ya Pêşerojê êdî rûyê siyasî yê rasteqîn ji bo şêniyên Sûriyê ye, di demekê de ku nûnertiya siyasî ya vî gelê tuneye."

El-Zîb bal kişand ku ji bilî diyalogên avakar tu çareserî nîne ku dawî li aloziyê bîne. El-Zîb bang li şêniyên Sûriyê kir ku beşdarî vê partiyê bibin.

Serokê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Mihyedîn El-Deyf nêrînên siyasî û rêxistinên yên partiyê xwend û got: "Ji ber pêkanîna metoda aloziya afirandî Sûriyê derbasî pêvajoyeke tarî bû ku bêyî çareseriyeke rasteqîn dawî li azarên gelên herêmê nayê."

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya şaxê Reqayê Abdullah El-Şiblî got: "Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li dijî partîpest, meznebperest û netewperestiyê ye, banga pirrengiya siyasî dike ku karibe wekheviyê di navbera pêkhateyên civakê de pêk bînin."

Serokê Komîteya Partiyê ya li gundewarê rojhilatê Reqayê Feysel El-Beyrem xebatên komîteyê û çalakiyên ku pêk anîne destnîşan kir.

Piştre serok û 21 endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Meclisa Navçeya Kerama hatin hilbijartin, her wiha endamên partiyê ji bo kongreya parêzgehê hatin hilbiartin.

Di dawiya kongreyê de serokê Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçeya Kerama Samî El-Ewed ku nû hate hilbijartin encamnameyê kongreyê xwend, tê de armanc, nêrînên partiyê û rêveçûna kongreyê hatin destnîşankirin.

ANHA