Li Hesekê têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk li  Hesekê got: Armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan yek ji hewldanên ferzkirina hegemoniyê li gelan bi taybet gelê Kurd e. Ji ber ku li cem Ocalan çareseriyên guncaw ji hemû gelên azadîxwaz re ye.

Li Hesekê têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn
20 sibat, 2020   15:02
HESEKÊ

Komploya Navneteweyî ya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ket sala xwe ya 22‘an. Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li dijî Ocalan ferz kiriye û rê nade malbat û parêzeran ku serdana wî bikin. Li gel vê yekê civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî bêdeng in.

Bi vê boneyê Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê bi hevkariya Akademiya Civaka Demokratîk semînere da.

Semîner li navenda çandê ya Xabûr a li taxa Mifetî ya bajarê Hesekê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajêr hate dayîn.

Endamê Akadmiya Civaka Demokratîk a bajarê Hesekê Ezîz Elî axivî, behsa komploya navneteweyî, earmanc û bandora  wê li gel Kurd kir û got: "Ocalan nûnertiya hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Lê ev yek li rihetiya dewletên kapîtalîst nehat ku hewl didin hegemoniya xwe li ser gelan bi taybet gelên Kurd ferz bikin, ji ber ku li cem Ocalan çareseriyên guncaw ji hemû gelên azadîxwaz re heye."

Elî destanîşan kir ku armanca dewletên Ewropî ji komployê ne tenê kesayeta rêbertî ye, "Di heman demê de xwestin gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê tune bikin."

Elî diyar kir ku rêbertî her tim hewl dide li ber şer bigire û banga diyaloganan dike, li gorî wî projeya xwe ya neteweya demokratîk pêşkêş kir ku wekî çareseriya her guncaw ji bo pirsgirêk û nakokiyan tê dîtin. Elî destnîşan kir ku Ocalan bi rêya parêznameyên xwe yên banga azadî û aştiyê dike, komplo têk bir.

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Ezîz Elî di dawiya axaftina xwe de bang kir: "Ji bo têkbirina komployê û azadiya fîzîkî ya Ocalan divê em erkên xwe bi cih bînin, divê eniya hundirîn a hemû gelan li hemberî xeteriyan xurt bikin û li hemberî hemû komployên ku li dijî gelê Kurd tê plankirin bisekinin."

Di dawiya semînerê de dirûşmeyên banga azadiya Ocalan û şermzarkirina komployê bi dawî bû.

ANHA