'Fedakariyên şehîdan pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeran kirin yek'

Bi sedan şêniyên Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê sersaxî ji malbatên 7 şehîdan re xwest ku di dem û cihên cuda yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne.

'Fedakariyên şehîdan pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeran kirin yek'
'Fedakariyên şehîdan pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeran kirin yek'
'Fedakariyên şehîdan pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeran kirin yek'
'Fedakariyên şehîdan pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeran kirin yek'
'Fedakariyên şehîdan pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeran kirin yek'
'Fedakariyên şehîdan pêkhateyên herêmê li dijî dagirkeran kirin yek'
20 sibat, 2020   12:39
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê berê xwe da bajarokê Mustafawiyê yê girêdayî navçeya Girkê Legê da ku sersaxiyê bidin malbatên Waêl Omer (Zinar Botan) û Salih Ibrahîm (Xebat Ibrahîm) ku di dema pêkanîna erkên xwe yên leşkerî li bajarê Hesekê şehîd bûbûn û 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê ku nasnameyên wan nehatin zanîn û duh li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatibûn veşartin, bi bîr bînin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şervanê YPG`ê Waêl Caco wiha axivî: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin ku bi saya wan şehîdan gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aştiyane dijîn."

Yek ji rêveberên Kongreya Star Muna El-Nasir jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û tekez kir ku bi saya xwîn û fedakariyên şehîdan hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriyê bûne yek.

Merasîma sersaxiyê bi silogan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(cx)

ANHA