Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser 2 qanûnên nû erê kirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qanûnên betlaneya fermî û qaçaxtiyê li herêmên Rêveberiya Xweser, erê kirin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser 2 qanûnên nû erê kirin
20 sibat, 2020   14:15
REQA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya duyemîn a sala 2020`an li dar xist. Di civînê de qanûnên betlaneyên fermî û qaçaxtiyê li herêmên Rêveberiya Xweser hatin erêkirin. Her wiha endamek li Meclisa Edaletê ya Rêveberiya Xweser û endamek li Meclisa Giştî erkdar kirin û her du endaman sond xwarin.

Civîn li hola civînan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li bajarê Reqayê li dark et. Hevserokên Meclisa Giştî Ferîd Etî û Sîham Qeryo, cîgirên hevserokên Meclisa Rêveber Emîne Osî û Ferhad Şiblî, endamên Komîteya Qanûnî, hevserokê Meclisa Edaletê ya Rêveberiya Xweser Îmad El-Keraf û piraniya endamên meclisê di civînê de amade bûn.

Di civînê de, li ser tevlêbûna endama berê ya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Fayîze Mehmûd di Meclisa Giştî de û dozger û endamê Komîteya Çavdêriyê ya dadgeha Reqayê Ehmed El-Nasir di Meclisa Edaletê de, piştî sondxwarina her duyan, hatin erêkirin.

Piştre bendên qanûna qaçaxtiyê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin û nîqaş li ser hatin kirin. Piştî nîqaşê, her du qanûn ji aliyê endamên meclisê ve hatin erêkirin.

Di Qanûna 11`an de, danasîna qanûnên qaçaxtiyê û madeyên qedexekirî û cezayên wê hene.

Piştre, meclisê qanûna betlane û cejnên fermî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendin û hate erêkirin.

Betlaneyên fermî ku di qanûnê de hatine erêkirin, wiha ne: Sersal, dayik, Newroz, Ekîdo, Cela, Çarşema Sor, Fisih Xerbî, Fisih Şerqî, Karker, Şehîdan, Sersala….., Jidayikbûna Pêxember, Cejna Remezanê û Cejna Qurbanê. Her wiha, di cejna mamosteyan de jî tenê wê dibistan û zanîngeh bikin betlaneya fermî.

Her wiha, qanûnên bone û şahiyên bîranînê jî hatin diyarkirin, lê divê nebe betlaneya fermî.

Di heman demê de, li gorî qanûnê roja înê betlaneya heftane ye ji bo hemû saziyên Rêveberiya Xweser û rojên în û şemiyê jî ji bo dibistan, peymangeh û zanîngehan betlaneya fermî ne.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eNBPo30QTss" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>