Artêşa Tirk gundê Mezin ê Şêrawa topbaran dike

Artêşa dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Mezin ê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dike.

Artêşa Tirk gundê Mezin ê Şêrawa topbaran dike
16 sibat, 2020   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber berdewam dikin.

Di van kêliyan de artêşa Tirk gundê Mezin ê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dike.