Şaredariya Til Hemîsê pira Wawiyê sererast kir

Şaredariya Gel a Til Hemîsê pira Wawiyê ku ji ber lehiya sala par xerab bûbû, sererast kir.

Şaredariya Til Hemîsê pira Wawiyê sererast kir
16 sibat, 2020   13:16
QAMIŞLO-ŞEHAB EHMED

Pira Wawiyê ku li newala Cerahî ya başûrê navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo dikeve, yek ji pirên girîng ên li herêmê ye û herêma başûr a Til Hemîsê bi bajarê Qamişlo ve girê dide.

Şaredariya Gel piştî ku erd zuha bû û av daket, dest bi sererastkirina pirê kir û îro sererastkirina wê bi dawî kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê Ebdelrehman El-Hadî anî ziman ku ji ber derfetên kêm û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pir bi awayekî dereng hate sererastkirin.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_nYziXgtCpQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>