Koçberên Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir

Bi sedan şêniyên kantona Efrînê ku li Kampa Serdem a Şehbayê dimînin, bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştrast kir ku ew ê berxwedana  xwe dewam bikin.

Koçberên Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Koçberên Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Koçberên Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Koçberên Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Koçberên Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Koçberên Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir
Koçberên Efrînê Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir
16 sibat, 2020   13:31
ŞEHBA

Meşvanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdan rakirin û pankartên "Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Apo li dijî îradeya gelên demokrat û aştiyê ye” û “Biratiya gelan garantiya aştî û demokrasiyê ye"rakirin.

Meş li pêşiya meclisa kampê veguherî mîtîngê. Bi navê meclisa kantona Efrînê, Mihemed Ebdo axivî û komplo şermezar kir û roja 15`ê Sibatê wekî rojeke reş li ser gelê Kurd bi nav kir. Ebdo piştrast kir ku fikrên Ocalan hemû planên dijminan kişf kirin, lewra ew dîl girtin.

Ji rêveberên Kongreya Star Salihe Mihemed jî axivî û anî ziman ku berxwedana Ocalan di Îmraliyê de ya ji beriya 21 salan ve, kes nikare bi dawî bike û gelê Kurd ji cîhanê re îsbat kir ku ew xwedî maf e.

Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana Ocalan û berxwedanên Serdem û Rûmetê bi dawî bû.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cToKD37AcWM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>