ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2019
28 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Navenda Firatê ya Lêkolînan di civîneke çapemeniyê de encamên ankêta sêyemîn a der barê rewşa perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li avahiya xwe ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên 3 şehîdên QSD û YPJ‘ê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Dijwar Tayp rolek pêşeng di Berxwedana Rûmetê de lîst. Şehîd Dijwar êrîşên dagirkeriyê nepejirand. Ruxmî ku 5 caran di êrişên cuda de birîndar dibe jî, beriya cenga dawî ji dayîka xwe re dibêje: "Dayê.. ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di sala 2019`an de jinan bi armanca birêxistinkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek ked dan. Jinan rêxistinên nû ku nûneriya vîna wan dike jî ava kirin. Lê ji aliyekî din ve jî di vê salê de gelek binpêkirin li dijî jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hatin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Helebê panelekê ji bo nirxandina rewşa siyasî li dar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li ser "koçberiya bi darê zorê" semînerekê li navenda çandê ya Til Hemîsê organîze dike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Azad Ararat got: “Divê partiyên Kurd kurdî berjewendiyên xwe deynin milekî û yekîtiya xwe ava bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Muxalifê Sûriyê Eksem Neyîsa piştrast kir ku veguhaztina çeteyên Tirkiyê ji Idlibê dê xizmeta Rusya û rejîmê bike û ev jî bi hesabên Tirkiyê re nagunce. Eksem derbasbûna Tirkiyê ji Lîbyayê re wekî ehmeqtiya Erdogan bi nav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lêkolînerê siyasî yê tûnisî Hesan El-Qebî got: “Erdogan çû Tundisê da ku sînorê wê yê bejahî ji bo piştevahiya operasyênên xwe yên li Lîbyayê bi kar bîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Enûd Faris Hesen li pey xwesteka xwe ket û bû şêwekar, ramanên xwe di tabloyên xwe de raber dike û taybetmendiyên jinê nîşan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaxê Rêxsitina Heyva Sor a Kurd a kantona Şehbayê rojane zêdeyî 700 kesên ji koçberên Efrînê derman dike. Rêvebera Heyva Sor a Kurd diyar kir rêjeya nexweşiyan îsal li gorî par bi qasî ji sedî 15 zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsên Nexweşxaneya Dil û Çav a bajarê Qamişlo piştî amadekirina nexweşxaneyê, hewl didin dermankirinê ji tevahiya şêniyên herêmê re pêşkêş bikin. Lê beşa çav a nexweşxaneyê pêwîstî bi bijîşkên pispor e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA