Li Kobanê pêşbaziya fikrî

Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê ev bû du roj in pêşbaziyek hunerî û fikrî li bajarê Kobanê li dar dixe. Gelek tîmên girêdayî sazî û partiyên siyasî yên Kobanê tev li pêşbaziyê bûn.

Li Kobanê pêşbaziya fikrî
Li Kobanê pêşbaziya fikrî
Li Kobanê pêşbaziya fikrî
27 kanûn, 2019   21:25
KOBANÊ

Akademiya Civaka Demokratîk şaxê herêma Firatê duh li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi tevlibûna 14 tîmên girêdayî sazî û partiyên kantona Kobanê pêşbaziyek lidar xist. Di roja yekemîn de ji bingeha 14 tîman 9 tîm bi serketin.

Di roja duyemîn de tîm li ser sê geran li hember hev lîstin. Di encamê de 3 tîm, tîmên Ragihandinê, Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê bi serketin.

Pişt lidarxistina pêşbaziya di navbera her sê tîman de, tîma Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan bû yekemîn, tîma Ragihandinê bû duyemîn û tîma Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê bû ya sêyemîn.

Akademiya Civaka Demokratîk her sê tîmên bi serketine xelat kirin.

Pirsên di pêşbaziyê de hatine pirsîn girêdayî dîrok, erdnîgarî, huner û wêjeya kurdistanê bûn.

Pêşbazî bi elaqeyeke mezin a beşdaran hate destnîşankirin.

Akademiya Civaka Demokratîk plan dike pêşbaziyên din mîna vê di pêşerojê de lidar bixe ji bo şêniyan bi taybet çîna ciwanan teşwîqî lêkolînkirina çand û dîroka kurdî bikin.

(şx)

ANHA