Şehîdê Berxwedana Rûmetê: Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike

Şehîd Dijwar Tayp rolek pêşeng di Berxwedana Rûmetê de lîst. Şehîd Dijwar êrîşên dagirkeriyê nepejirand. Ruxmî ku 5 caran di êrişên cuda de birîndar dibe jî, beriya cenga dawî ji dayîka xwe re dibêje: "Dayê.. ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike."

Şehîdê Berxwedana Rûmetê: Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike
Şehîdê Berxwedana Rûmetê: Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike
Şehîdê Berxwedana Rûmetê: Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike
Şehîdê Berxwedana Rûmetê: Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike
Şehîdê Berxwedana Rûmetê: Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike
Şehîdê Berxwedana Rûmetê: Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike
Şehîdê Berxwedana Rûmetê: Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike
Şehîdê Berxwedana Rûmetê: Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike
Şehîdê Berxwedana Rûmetê: Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike
Şehîdê Berxwedana Rûmetê: Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike
28 kanûn, 2019   05:35
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM-EHMED SEMÎR

Dijwar Ehmed Tayb di sala 1993’an li  bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Navên dê û bavê wî Şewfa Mihemed û Ehmed Tayb e. 10 zarokên malbatê hene. Ew kurê pêncemîn bû.

Di hemêza malbatek welatparêz de ku tevgera rizgariya Kurdistanê ji salî 80 nas dike, mezin dibe. Birayê wî Cemîl Tayb(Egîd) di salên 90`î de tev li tevgera rizgariya Kurdistanê dibe. Piştî têkoşîne şoreşgerî di çiyayên Kurdistanê de li dijî dagirkeriya Tirk di 1999`an de şehîd dikeve.

Dijwar ji biçûkahiya xwe bi tevgera xwe ya zêde tê naskirin. Asta seretayî di dibistaneke taxa Qanat El-Siwês li Qamişlo dixwîne. Lê ji ber rewşa malbata ya madî ya dijwar xwendina xwe temam nake û tevî birayên xwe di avahîsazî de heya 2011`an kar dike.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re Dijwar tevî sê birayên xwe Tirêj, Cûdî û Hogir tev li nav refên têkoşînê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin. Destpêkê her çar bira tev li nav refên Tevgera Ciwanên Şoreşger dibin û rolek di birêxistinkirina ciwanan dilîzin. Li dijî rejîma Sûriyê tev li xwepêşendanan dibin.

DIJWAR JI YEKEMÎN KESÊN KU TEV LI YEKÎNEYÊN XWEPARASTINÊ YE

Ji bo parastina gelê herêmê ji hovîtiya rejîma Sûriyê Yekîneyên Xweparastinê têne avakirin. Dijwar tevî sê biyarên xwe tev lê dibin ji bo ku şêniyên herêmê biparêzin. Di wê demê şêniyên herêmê dest bi rêxistinkirina refên xwe di tevahiya waran de kiribûn. Her wiha her çar birayan rolek di xurtkirina pergala parastinê bi rêya tevlêkirina bi dehan ciwanan dilîzin.

Şêniyên herêmên Rojava ji bo parastina gelê herêmê ji hovîtiya Rejîma Sûriyê Yekîneyên Xweparastinê di navîna sala 2011`an de ava kirin. Ew mîna mertala parastina gelê herêmê bû. Endamên yekîneyê bi taybetmendiyên xwe yên baş hatin naskirin. Ji ber wê baweriya gelên herêmê bi wan zêde bû. Her wiha ev yekîne wek tova bingehîn a avakirina Yekîneyên Parastina Gel di dawiya 2011`an de tê hesibandin.

Celebî Ehmed Tayb birayê Dijwar ê mezin e dibêje: "Bi min re di avahîsaziyê de kar dikir. Ji bo parastina herêmê tev li yekîneyê bû."

Bi avakirina YPG`ê re do 2012`an de çeteyên Cebhet El-Nusra yanjî ku bi navê “Artêşa Azad” dihat binavkirin, êrişî bajarê Serêkaniyê dikin. Yekîneyê li hember êrişê liber xwe dide. Wê demê Dijwar tevî her sê birayên xwe ji şervanên yekemîn ên ku tev li wê berxwedanê dibin. Tê de di lingê xwe de birîndar dibe. Lê dîsa jî qebûl nake qada şer berde heta ku bajar ji çeteyan rizgar bû.

5 CARAN BIRÎNDAR DIBE

Êrişên çeteyan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestîn. Di navîna 2013`yan de çeteyên Cebhet el-Nusra êrişî herêmên başûrê navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê kirin. Dijwar tevî bira û hevalên xwe li hember êrişan liberxwe didin û piştî berxwedanek destanî li gundên başûrê navçeya Tirbespiyê Dijwar careke din birîndar dibe. Birayê wî Hogir li gundê Taya tevî hejmarek şervanan di 12`ê Tebaxa 2013`an de şehîd dikevin. Kurapê wî Ceger Xwîn Hisên di 5`ê Adara 2015`an de di pêngava rizgarkirina Holê de ji çeteyên DAIŞ`ê tev li kerwanên şehîdan dibe.

Dijwar tev li piraniya pêngavên YPG, YPJ û QSD`ê li dijî çeteyan li herêma Cizîrê dibe. Di wan pêngavan de 5 caran birîndar dibe û rewşa tenduristiya wî paşde diçe. Ji ber wê Fermandariya Giştî ya YPG`ê wî dişînin nexweşxaneyê ji bo ku were dermankirin.

Piştî ku Dijwar dermankirinê derbas dike, careke din bi birayê xwe di avahîsaziyê de kar dike. Dayîka wî Şewafe Mihemed hinek taybetmendiyên wî destnîşan kirin û got: "Dijwar mirovek cesûr û dilovan bû. Ji mezin û biçûkan re rêzdar bû. Ji derdora xwe re alîkarî pêşkêş dikir."

CAREKE DIN ÇEK RADIKE JI  BO KU SERÊKANIYÊ BIPARÊZE

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmehê de Dijwar careke din çek rakir û berê xwe da bajarê Serêkaniyê ji bo ku tev li Berxwedana Rûmetê bibe. Birayê wî Celebî girêdayî mijarê ev tişt got: "Di wê demê de bi min re kar kir. Bi destpêkirina êrişa Tirkiyê re kar berda. Ez lê geriyam ji bo ku rewşa wî nas bikim got, ew diçe herêmên ser sînor ji bo ku nehêlin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî herêmê bibin."

Celebî destnîşan kir ku wî hewl daye Dijwar bixapîne ji bo ku vegere mal lê Dijwar qebûl nekiriye: "Min careke din lê geriya. Ji bo ku vegere min derew lê kir û got bavê me kirîza dil derbas kiriye û divê veger. Lê Dijwar venegerî."

Dayîka Dijwar Şewafe dibêje wê jî hewl daye nehêlibe Dijwar biçe eniyên şer, lê Dijwar wiha bersîva wê daye: "Dayê ez qebûl nakim dijmin axa me dagir bike."

Şerva Rojvan Qamişlo hevalê Dijwar e sedemên ku hiştine dijwar careke din çek rake û berê xwe bide eniyên şer destnîşan kirin û got: "Ji min re got parastina welat erka her welatparêzekî ye."

Rojvan destnîşan kir ku wî û Dijwar di roja duyemîn a êrişên Tirkiyê de diçin gundên nêzî depoyên Aliya li başûrê Serêkaniyê û got: "Me li wir êrişên çeteyan şikandin û bi pêşengiya Dijwar me tankek dagirkeriyê desteser kir."

Celebî Tayb got: "Ez pê re axivîm. Moralên wî bilind bûn. Ji min teqez kir ku wan êrişên dijmin li ser gundê Aliya şikandine û tankek desteser kirine. Ji min xwest ez careke din lê negerim ji bo ku nuqteyên wan derşîfre nebin."

Rojvan Qamişlo destnîşan kir ku di 17`ê Cotmehê de balafirên şer ên Tirkiyê herêmê ku lê ne bombe baran dikin. Di encamê de Dijwar birîndar dibe. Piştre nuqteyên xwe diguherin û li dora depoyên Aliya bi cih dibin. Li wir hewl didin wî ji herêmê ji bo dermankirinê derxînin, lê balafirên şer careke din herêmê bombe baran dikin. Ji ber wê Dijwar şehîd dikeve.

Şehîd Dijwar wesiyat dike ku hevalên wî rêya şehîdan bişopînin û serdana dayîk û kurê birayê wî Hogir bikin.

Cenazeyê şehîd Dijwar bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo di 18`ê Cotmehê de tê veşartin.

Malbata şehîd Dijwar dibêje: "Welatê me şêrîn e. Divê hemû bi erkên xwe manewî û madî rabin. Em dev ji xwîna şehîdan bernadin. Em şopdarên rêya wan in û amade ne bi sedan şehîdan ji bo welêt bidin. Em bi vê jî serfiraz in."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FqRri5XYleI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>