MSD‘ê panelek li Şehbayê lidar xist

Meclisa Sûriya Demokratîk li kantona Şehbayê panelek lidar xist. Di panelê de rewşa siysî ya herêmê  hate şîrovekirin.

MSD‘ê panelek li Şehbayê lidar xist
MSD‘ê panelek li Şehbayê lidar xist
MSD‘ê panelek li Şehbayê lidar xist
MSD‘ê panelek li Şehbayê lidar xist
MSD‘ê panelek li Şehbayê lidar xist
MSD‘ê panelek li Şehbayê lidar xist
27 kanûn, 2019   19:32
ŞEHBA

Bi dehan endamên saziyan, rûspiyên êlên herêma Efrînê, cîgira seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Nûjîn Yûsif tev li panelê bûn. Panel li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê lidar ket.

Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre cîgira serokatiya Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Nûjîn Yûsif axivî.

Nûjîn destpêkê gelê Sûriyê bi rasthatina sersala nû ya mîladê pîroz kir. Piştre behsa komployên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û berxwedana gelên herêmê ji bo têkbirina komployên dijimin ên ku tunekirina projeya neteweya demokratîk armanc dikin silav kir.

Nûjîn berxwedana şêniyên Efrînê ya li dijî êrişkera Tirk bibîr xist û wê bi destanek dîrokî wesifand û got, ev berxwedan asta girêdana gel bi axê û redkirina dagirkeriyê diyar kir.

Nûjîn  diyar kir ku hêzên mitînger projeya neteweya demokratîk red dikin a ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê hemêz kir, ewlehî, aşitî û biratî di navbera pêkhateyan de afirand. Her wiha ji ber ku xizmeta siyasetên dewletên desthilatdar û faşîst nake.

Nûjîn di nav gotinên xwe de anî ziman ku "Komplo li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Serdana Memlûk ji Qamişlo re ji bo belavkirina fîtneyê di navbera pêkhateyê de bû. Lê armanca wî bi binket, ji ber ku êlên Ereb bi hêzên Sûriya Demokratîk û bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve  girêdayî ne.

Nûjîn li dijî komployên çi hundirîn çi ji derve ve têne plankirin banga hevgirtin û yekitiya li gelên Sûriyê kir.

Nûjîn diyar kir ku aloziya Rojhilata Navîn ji ber kûrbûn û firehbûna aloziya Sûriyê hat û çareserkirina wê dê aştiyê ji tevahiya dewletan re bîne ji Lubnanê bigire heya Iraq û Lîbyayê.

Piştre deriyê nîqaş ji beşdaran re hate vekirin.

(şx)

ANHA