Li Şêrawayê tecrîda li dijî Ocalan hate şermezarkirin

Li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi meşeke meşeleyan tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Li Şêrawayê tecrîda li dijî Ocalan hate şermezarkirin
Li Şêrawayê tecrîda li dijî Ocalan hate şermezarkirin
Li Şêrawayê tecrîda li dijî Ocalan hate şermezarkirin
Li Şêrawayê tecrîda li dijî Ocalan hate şermezarkirin
Li Şêrawayê tecrîda li dijî Ocalan hate şermezarkirin
Li Şêrawayê tecrîda li dijî Ocalan hate şermezarkirin
Li Şêrawayê tecrîda li dijî Ocalan hate şermezarkirin
Li Şêrawayê tecrîda li dijî Ocalan hate şermezarkirin
27 kanûn, 2019   18:22
EFRÎN

Ciwanên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi dirûşmeya "Bi rihê ciwanên Efrînê em ê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bişkînin" meşeke bi meşeleyan li gundê Ziyara li dar xistin.

Bi dehan endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a  navçeyê beşdarî meşê bûn û alên tevgerê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û meşle hilda bûn.

Meş ji deriyê têketina gund dest pê kir û bê navber dirûşmeyên azadiya Ocalan hatin berzkirin. Meş li qada gund rawestiya û veguherî mîtîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê ya Efrînê Fatima Mihemed bi navê ciwanêna navçeyê daxuyanî xwend û got:  "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecîrda li dijî tevahî mirovahiya ye, armanca jê têkbirkina azadiya gelên aştîxwaz û demokrasîxwaz e. Ji sala 2011‘an ve faşîzma Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan li girtîngeha Îmraliyê ferz kiriye.

Em vê tecrîdê û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Em Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Efrînê em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şopdarên xeta şehîdan û rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin, heta xaka xwe rizgar bikin, tecrîda li ser Rêbertiyê bişkînin û azadiyê xwe bi dest bixin."

Mîtîng bi dirûşmeyên banga azadiya Ocalan û şeremzarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V4WNslA7WTc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>