2019… saleke tijî serhildan, berxwedan û sûcên li dijî jinan

Di sala 2019`an de jinan bi armanca birêxistinkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek ked dan. Jinan rêxistinên nû ku nûneriya vîna wan dike jî ava kirin. Lê ji aliyekî din ve jî di vê salê de gelek binpêkirin li dijî jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hatin.

2019… saleke tijî serhildan, berxwedan û sûcên li dijî jinan
28 kanûn, 2019   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN - MEDYA HENAN

Ji bûyerên sereke yên girêdayî jinan, tolhildana jinên êzidî û rizgarkirina wan ji çeteyên DAIŞ`ê û avakirina Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku îradeya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike bû. Li aliyê din, li dijî jinan gelek binpêkirin ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hatin. 

TEVGEREKE SIYASÎ YA BERFIREH A JINAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Ji destpêka sala 2019`an de, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera xwe ya siyasî xurt kirin.

-Di 23`yê Çileyê de bi boneya salvegera yekemîn a Berxwedana Serdemê bi serpereştiya Meclîsa Jinên Sûriyê, aktîfîstên siyasî yên jin paneleke diyalogê li bajarê Qamişlo li dar xist.

-Di 31`ê Çileyê de, konfransa duyemîn a Yekitiya Jinên Êzidî li Efrîn û Helebê, li Kampa Serdem hate lidarxistin. Di encamê de endamên koordînasyona Yekitiya Jinan Êzidî hatin hilbijartin.

-Di 10`ê Adarê de, Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê, jinên herêmê dest bi birêxistinkirina xwe kirin û konferansa yekemîn a jinan a Tebqayê bi beşdarbûneke berfireh a jinên ji bajarên Tebqa û Reqa û şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhiatê Sûriyê hat li darxistin.

-Di 13`ê Adarê de, rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê bi navê Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwe bi rêxistin kirin. Tê de koordînasyonek ji 17 endaman hate avakirin. Navên endaman wiha ne: Corcît Yaqûb, Ebîr Hesaf, Lemye Xelo, Xewle El-Îsa, Zozan Mustafa, Stêra Qasim, Necla Temo, Dûha El-Fetîh, Nalîn Reşo, Asya Abdullah, Jiyan Hisên, Sîham Emûke, Mizgîn Zêdan, Narîn Metînî, Buseyne Kêlo, Bêrîvan Hisên, Nesra El-Ebeke.

-Di 2`yê Nîsanê de, Rêveberiya Jinan a Reqayê konfransa xwe ya yekemîn li dar xist.

-Di 10`ê Nîsanê de, jinên ciwan ji bo aktîfkirina rola jinan, li Kampa Serdem a kantona Şehbayê, civîneke berfireh li dar xist. Civîn bi hilbijartina meclîsekî ji 20 endaman ku tê de biryarên girêdayî xurtkirina rola jinên ciwan li herêmê hatin dayîn, bi encam bû.

-Di 23`yê Tîrmehê de, Rêveberiya Jinan ên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li dijî gefên dewleta Tirk, bi dirûşma "Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin, biparêzin, na ji dagirkeriya dewleta Tirk re" pêngavekê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de gelek çalakî pêk hatin.

-Di 11`ê Hezîranê de, Yekitiya Jinên Ciwan konfransa damezirîner li harêma Tebqayê li dar xist û bi dirûşma "Li ber xwe bide, tê bikoşe, bi rêxistin bike, rizgar bibe" 18 endam hilbijartin.

-Di 20`ê Hezîranê de, bi serpereştiya Meclîsa Jinan a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê, paneleke diyalogê hate lidarxistin.

-Di 1`ê Îlonê de rêxistina jinan li herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê panelek ji jinan eşîrên Ereb re li dar xist. Civîneke wiha cara yekemin bû ku li wê herêmê pêk dihat.

-Di 29`ê Îlonê de, Mala Jinan a Suryanî "Eştarût" ji aliyê Yekitiya Jinên Suryan ve bi merasîmekê, li taxa El-Beşîriyê ya bajarê Qamişlo hate vekirin.

-Di 13-14`ê Tîrmehê de, bi armanca nîqaşkirina rastî û azarên ku jinan di salên şer de kişandine, her wiha kiryarên rejîmê û çeteyên DAIŞ`ê û komên opozîsyonê li dijî jinan, paneleke berfireh li bajarê Tebqayê hate lidarxistin. Di encamê de ev biryar derketin; bangewaziya civaka navneteweyî ku berpirsyariyên xwe yên mirovî pêk bînin û destwerdana dewleta Tirk li erdên Sûriyê û Iraqê û Başûrê Kurdisatnê bisekinînin, her wiha artêşa Tirk ji hemî herêmên ku dagir kirine ku li wan herêman sûcên şer ên li dijî mirovahiyê pêk tîne, derxin.

JINÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PIŞTGIRIYA BERXWEDANA LEYLA GUVEN KIR Û JI BO OCALAN SERÎ HILDA

-Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Culemêrgê Leyla Guven, di 7`ê Çileya 2018`an de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, greva biçîbûnê di zindanên Tirkiyê de da destpêkirin.

-Di 25`ê Çileyê de, piştî 79 rojan ji greva birçîbûnê, Leyla Guven hate berdan, piştî berxwedana 200 rojan di 26`ê Gulanê de Leyla Guven greva birçîbûnê bi dawî kir.

-Di 31`ê Çileyê de, ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê li seranserê parçeyên Kudistanê ku bi armanca rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocelan dest pê kir, Tevgera Jinan a Kurdistanê li Ewropayê çalakiya "Zincîra mirovî" dest pê kir. Di wê çarçoveyê de, li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê konên çalakiyan û xwepêşandan hatin lidarxistin.

-Di 27`ê Nîsanê de, Rêveberiya Jinan ên herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê li dijî gefên dewleta Tirk, çalakiyên cur bi cur li dar xistin ku ji wan pêngava "Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin ji bo ku biparêzin, Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re" ku dengvedaneke ragihandinê ya berfireh da, ji ber ku di hemî qadên leşkerî, civakî û siyasî de serkeftin çêbûn. Bi nêzîkbûba Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan re rêveberiyê navê pêngavê guherand û bi dirûşma "Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin ji bo ku biparêzin, na ji tundiyê re" di 14`ê Îlonê de pêngav ket qonaxeke nû.

DI ALIYÊ LEŞKERÎ DE SALA TOLHILDANA JINÊN ÊZIDÎ

-Jinên Bakurê Sûriyê bi rakirina çekan û tevlêbûna qada leşkerî, modeleke mînak ji jinên cîhanê re afirand. Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di çeperên pêş ên şerê li dijî DAIŞ`ê de cihê xwe girt.

-Şervanên jin di Pêngava Bagera Cizîrê de, bi roleke sereke rabûn. Her wiha bi sedan jin, bi taybet jî jinan êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li Şengalê hatibûn revandin, rizgar kirin. Buroya Êzidiyên hatine revandin li bajarê Dihokê, rizgarkirina hezar û 177 jinên êzidî, her wiha rizgarkirina 53 jinên êzidî bi rêya Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê û 193 jinan bi rêya Desteya Jinan a Herêma Cizîrê di pêngavên cuda de, ragihand.

-Di 22`yê Îlonê de, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyeke din li destkeftiyên têkoşîna xwe zêde kir. Yekemîn Akademiya Leşkerî ya jinan ku bi dilxwazî tev li Hêzên Erka Xweparastinê bûne, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Amûdê, hate vekirin ku yekemîn dewreya perwerdeyê heta 6 mehan bi rêxistin kir.

BI ARMANCA TIRSANDINA JINAN BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK

Di 12 cotmehê’de; Artêşa Tirk a dagirker sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriye Hevrîn Xelef, li ser rêya M4 bi awayekî hovane qetil kir.

-Di 13`ê Cotmehê de, artêşa Tirk a dagirker karwanê sivîlan ê berê xwe dida bajarê Serêkaniyê, ku tê de endama Meclîsa Edaletê ya Jinan Aqîde Osman hebû, hedef girt û qetlîam pêk anî.

-Di 23`yê Cotmehê de, çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi cenazeyê şervana YPJ`ê Amara Rênas lîstin.

-Di 26`ê Cotmehê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê dîl girtin.

-Li gorî serjimariyên Heyva Sor a Kurd, di êrişên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 12 jinan jiyana xwe ji dest da û 69 jin jî birîndar bûn.

(CX)

ANHA