Çeteyek bi pehînan li laşê kuştiyekî rejîmê dide

Çeteyên navê "Ketîbet Şuheda El-Beyade" li xwe dikin, dîmenek weşand. Tê de çeteyekî wan bi pehînan li laşê kuştiyekî rejîmê dide.

Çeteyek bi pehînan li laşê kuştiyekî rejîmê dide
28 cotmeh, 2019   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê (DAIŞ û Cebhat El-Nusra ) êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Çeteyan dîmenek li ser malparên civakî belav kirine. Di dîmen çeteyekî koma navê "Ketîbet Şûheda El-Beyade" li xwe dike bi pehînan li laşê kuştiyekî rejîmê dide û dibêje: "Ew fetîsên Beşar El-Esed in."

Dîsa ji dibêje ""Ew in hatine piştgiriya kurdan bikin di bin lingên Ketîbet Şuheda Beyada de ne."

(şx)

ANHA