Li bejahiya Humsê kesek di encama teqîna mayînekê de mir

Li bejahiya rojhilatê Humsê kesek di encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da.

Li bejahiya Humsê kesek di encama teqîna mayînekê de mir
17 mijdar, 2026   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Rewd El Hoş ê bakurê rojavayê bajarê Sixne yê bejahiya rojhilat Humsê kesek ji ber encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer bi erebeya wî  ve jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR‘ê,  ji destpêka îsal (2026) ve, 157 kes, 120 zarok û 13 jin di encama teqînên bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da û 490 kes birîndar bûn.

(bb)